Li bajarên Îran û Rojhilat terora girtinê

Li Tahran a paytexta Îranê serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, rûxmê girtin û binçavkirinên ji aliyê rejîma Îranê ve jî bi biryardarî didome.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê serhildanên ku di 16’ê Îlonê de bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir berdewam dike. Ji roja yekem ya serhildanê heta niha bi hezaran kes ji aliyê leşker û polîsên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin û bi hezaran hemwelatî jî hatin girtin. Terora girtinê hîna jî didome, derbarê kesên hatine girtin de bi qanunî agahî nadin malbatên wan, aqubeta gelek çalakvanan hîna jî ne diyar e.

Li Tahranê xwendevanên ku hatin darbkirin, hatin girtin

Sekreterê berê ya konseya sendîkaya zanîngeha Tahranê û xwendevan Soha Mortezaei duh hate darb kirin û birîndar bû û piştre rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku li nexweşxaneyê hatiye girtin û wê birine girtîgeha Evînê. Li Tahranê ji derveyî Soha Mortezai gelek xwendevan hatin girtin û ev jî di ragihandina xwecihî de cihê xwe girt.

Xwendevana zanîngeha zanist û Teknolojiyê û xwendevana qonaxa dawî ya zanîngeha Tahran ya zimanê Farisî û edebyatê, helbestvan û nivîskar Ali Asdalahî li di dema ikametgeha xwe derdixist de hat binçavkirin, lê nehat zanîn ku wê birine ku derê û tu agahiyên qanunî nedan malbata wê. Di serdegirtinan mala xwendevan de hat zanîn ku dest danîne li ser tiştên wê yên elektronîk û pirtûkên wê.

Li Dehgolan 4 xwendevan hatin revandin

Di zanyariyên ku di ragihandina xwecihî û medyaya dîjîtal hatin parvekirin de li Dehgolan Aida Lotfî ya 17 salî, Shenu Ahmadian ya 16 salî, Kijan Kerimi ya 17 salî û ciwanê bi navê Sataish li dibistanên xwe ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hatine revandin. Polîsên girêdayî rejîma Îranê piştî ku gef li xwendevanan xwarin û wan birin, lê belê nayê zanîn ku ew 4 xwendevan birine ku derê û zanyariyên derbarê cihê wan de bi malbatên wan re nehatin parvekirin.

Kesayetê dinî piştî cenaze bi birindarî hat girtin

Her wiha hat zanîn ku li Ciwanro ji bo ew kesên ku ji aliyê leşker û polisên rejîma Îranê ve hatin qetilkirin mersîma hate li darxistin û bi hezaran kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyan bûn. Kesayetê dinî Farooq Qedrî di merasîmê de axivî û piştî axaftina wî ew bu hedef û bi gule hate birindarkirin, piştî kesayetê dinî bi gule hate birindarkirin û hate girtin, lê belê nayê zanîn ka bi ku derê ve birine.