Li Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb di rêhewaya bazirganî de yekemîn pîlota jin

Rêhewaya Etihad, Aisha Al Mansurî ya di pargîdaniya Rêhewayek bazirganî ya li welat de bû yekemîn pîlota ji Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb pîroz kir.

Navenda Nûçeyan - Pargîdaniyê, di çarçoveya hewildana berfirehkirina rola jinan ya qadên cuda yên civakê de, Aisha Al Mansurî ya di firokevaniyek bazirganî li welat de bû yekemîn pîlota jin pîroz kir.

Merasîma pîrozbahiyê, li Navenda Ehlê Kestiyê Brifing ya aîdê Rêhewaya Etihad bi beşdariya malbata Aisha, hevpîşeyên wê û rêvebirên payebilind ên rêhewayê hat lidarxistin.

Aisha ya 33 salî ku di Cotmeha 2007’an de beşdarî Bernameya Pîlota Perwerdekar a Rêhewaya Etihad bû, di sala 2010’an de bi serfirazî ji bernameyê mezûn bû. Bi rêhewaya A320 ku çû Ammana ya paytexta Urdunê re wek pîlota xwendekar yekemîn firîna xwe ya bazirganî kir.

Aisha Al Mansurî ku îmtîhanên teorîk û testên firînê yên Otorîteya Giştî ya Hewayî ya Sivîl a Emîrtiyên Yekbûyî yên Ereb bi serketî derbas kir û Bernameya Perwerdehiyê ya Etihadê temam kir, bû yekem hemwelatiya jin a BAE’ê yê ku balafira herî mezin a rêwiyan a cîhanê A380 firand.