Li Antalyayê qezaya teleferîkê: 137 kes hatin rizgarkirin

Li Antalyayê di encama qezaya teleferîkê de kesek jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Li gorî daxuyaniya dawî, ji 19 kabînan 137 kes hatin tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan- Duh li Antalyayê qezaya teleferîkê çêbû. Di qezayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn. Duh bi şev 137 kes hatin tehliyekirin û xebatên rizgarkirinê yên ji bo 29 kesên di 5 kabînan de jî berdewam dikin.

Li Tesîsa Teleferîkê ya li Tunektepe ya navçeya Konyaalti ya Antalyayê stûnek ji ber sedemeke nediyar wergeriya. Kabîna ku li stûnê ket jî parçe bû, 8 kesên tê de ketin devera bi kevir û birîndar bûn. Li ser îxbara welatiyên li derdorê, komên agirkujiyê, polîs, tenduristî û lêgerîn-rizgarkirinê li herêmê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihîştin herêmê, diyar kirin ku Memîş Gumuş jiyana xwe ji dest daye û Ozlem Şahîn, Kaan Akgun, Fatîh Gumuş, Kezîban Çapar Gumuş, Lutfullah Kerîm Gumuş, Herdem Eyupoglu û hemwelatiyê Kirgizistanê Akmaral Abdyldaeva jî birîndar bûne. Birîndar piştre bi helîkoptera Fermandariya Ewlehiya Peravê hatin tehliyekirin, ji ber ku pergala teleferîkê sekinî, li 24 kabînan bi sedan kes asê man.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a AFAD’ê têkildarî bûyerê hat dayîn de, hat diyarkirin ku 543 personelên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji AFAD, leşker, polîs û leşkeran, UMKE, STK û îtfaiyeyê pêk tên 7 helîkopter, balafirek kargo ya leşkerî, 108 wesayîd û 6 ambûlans li herêmê hatine erkdarkirin.

Hat diyarkirin ku ji duh bi şev heta niha 137 kes hatin rizgarkirin û xebatên rizgarkirinê yên ji bo 29 kesan jî berdewam dike.