Li Amedê polîsan jin û zarok jî di nav de gelek kes derb kirin
Li Amedê di dema kontrola GBT, polîsan ciwanan derb kir. Ji heman malbatê ku bertek nîşanî rewşê dan jin û zarok rastî tundiya polîsan hatin. Hate zanîn ku endamên malbatê yên ku rapora derbê girtin wê giliyê polîsan bikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Li taxa Yunus Emre ya navçeya Rezan ya Amedê di bûyera di saetên şeva şemî ya 21’ê Kanûnê de, hatî jiyîn, D.A ya 23 salî li gel birayê xwe di saetên şevê de ji malê derket û bi hinceta kontrola Komkirina Agahiyên Giştî (GBT)’ê ji aliyê 6 polîsan ve li ber deriyê malê hatin rawestandin. Polîsên ku li vêderê lêgerîna erbeyê kirin, D.A û birayê wê C.A yên di nava erebeyê de jî lêgerîn kirin. Herduyan ku bertek nîşanî vê legerînê dan û rastî îşkenceyê hatin, 4 zarok û 4 jinên bertek nîşanî rewşê dan rastî tundiya polîsan hatin.
‘Bêyî nasname nîşan bidin lêgerin kirin û dest bi derbkirinê kirin!’
Têkildarî mijarê me bi endamên malbatê re hevdîtin kir û diyarkirin ku ji bûyer nişkave hate jiyîn û bêyî nîqaşek were kirin hatine derbkirin. D.A ku ji ber derba ku ji aliyê polîsan ve dîtiye tiliyek wê derizî û di cihên din yên bedena wê de şînbûn çêbûye, bi van gotinan behsa bûyerê kir:
“Di saetên şevê de ez li gel birayê xwe ji malê derketim. Kêmek ji malê dûr polîsan gotin em ê GBT û lêgerîna erebeyê bikin. Gotin em polisin, lê belê nasname jî nîşan nedan. Em ji erebeyê hatin xwar, dest bi lêgerîna li ser me kirin. Dema hişk nêzî birayê min bûn min ji polîsan re got, ‘Tu sûcek me nîne, çima hun wisan nêz dibin.’ Bi vê gotinê re min ji singa xwe lêdan xwar. Piştre ez ketim. Li vêderê bi copan dest bi derbkirina min û birayê min kirin. Cardin dema dayîka min û xwîşk û birayên min xwestin bikevin navberê, gaza dijwar lê kirin. Ên ku li taxê hatin derb kirin. Zarokên biçuk û jin jî di nav de. Herî dawî bi kelemçeya ters ez û birayê min em binçav kirin. Tevî ku em hatin derbkirin, polîsan giliyê me kir û der barê me de dest bi lêpirsînê kirin. Em hatin derbkirin, lê belê weke ew hatin derbkirin îfade dan. Li nexweşxaneya ku em çûnê piştî polîsan ji wan re hinek gotin kirin, pêvajoyek baş ya muayene nedan meşandin. Piştî ez ji binçavan derketim, piştî ez çûm nexweşxaneyê min zanî ku tiliya min deriziye. Şeva şemiyê em dibin çavan de man. Siharê piştî ku îfade hate girtin bi kontrola edlî em hatin berdan. Em ê giliyê polîs û bişîşkan bikin. Tevî tiştek nebû em hatin derbkirin.”
Jin û zarok hatin derbkirin!
Zarokên ku di bûyerê de hatin derbkirin N.A., P.A., Ş.A. ji jinan L.A., A.A., E.A. û S.A çûn nexweşxaneyê rapora derbê girtin. Di bûyerê de cardin agahiyên ku li erdê bi copan hatin derbkirin û rastî gaza dijwar hatine cih digre. Li ser bûyera hatî jiyîn endamên malbatê çûn gel parêzeran wê li dozgeriyê giliyê sûc bikin û biçin Lijneya Îşkenceyê ya Baroya Amedê.