Li Amedê li aqubeta Zeynel Kursep hat pirsîn

Xizmên windayan vê hefteyê li Amedê li aqubeta Zeynel Kursep ê ku ji aliyê Hîzbullahê ve li Êlihê hatibû revandin pirsîn.

Amed- Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê çalakiya xwe ya heftane ya ji bo kesên hatine binçavkirin û windakirin di hefteya 737’emîn de berdewam kir. Çalakî weke her hefteyê li Parka Koşuyoluya Rezana Amedê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û vê hefteyê li aqûbeta Zeynel Kursep ê ku di 1994’an de hatibû revandin û êdî jê xeber nahatibû girtin hat pirsîn.

Sekreterê ÎHD’a Amedê Yakûp Guven daxuyanî da, serpêhatiya Zeynel Kursep jî Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim xwend.

 Îşkencekirina zarokan

Yakup Guven di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di Newrozê de ji ber cil û bergên Kurdî li xwe astengî hatine derxistin û li Licê îşkenceya ku li zarokek 14 salî hatibû kirin şermezar kir û wiha got: “Kesên ku dixwestin bi cil û bergên xwe yên herêmî biçin qada Newrozê, mixabin rastî astengiyê dihatin. Ji roja ku komar hatiye avakirin ve heta îro hebûna gelê Kurd ziman, çand, dîrok, nasname û mafê jiyana azad tê astengkirin. Bi sed salan e ku ev cil û bergên me yên wekî şalwar, êlek û wekî rengên me yên kurdewar hene, wan jî bi sedan salan e kal û dapîrên me van cilan li xwe kirine lê mixabin ji ber van cilên me em tên binçavkirin jî. Em van sepanan qebûl nakin, ji ber ku ne hiqûqî ye. Mîxabin di heman rojê de li navçeya Licê jî gelek tiştên nexweş qewimîn, me bihîst ku zarokek Kurd ê 14 salî ji aliyê polîsan ve hatibû îşkencekirin. Li gorî daneyan gelek tundî lê hatiye kirin û di bedena wî de cihê derbên polîsan me bi çavên xwe dît. Em naxwazin di sedsala 21’ê de rastî heman îşkenceyê werin. Em van îşkenceyan qebûl nakin.”

 Çîroka Zeynel Kursep

Rêvebera ÎHD’a Amedê Derya Yildirim çîroka Zeynel Kursep ê ku di 24’ê Adara 1994’an de dema ku ji  nexweşxaneya dewletê ya Êlihê derdiket ji aliyê du kesên bi çek ve bi zorê xistine wesayîdek û revandine xwend û wiha got: “Piştre diyar bû ku ji aliyê Hîzbullahê ve hatiye revandin. Zeynel Kursep 6 rojan di malekê de girtî dimîne. Piştre dibin stargehê û li wir jî gelek kesên din hene. Kesê bi navê Fahrettîn Tan jî du sê meh bû desteserkirî bû, li wir bûye. Piştî ku Zeynel Kursep dibin wê derê nêzî salekê li wir tê hiştin. Piştî demeke dirêj wî ji wir dibin gundê Zorava yê Êlihê, li stargeha ku dibin xaniyê Azîz Onluk, li wir dihêlin. Piştî ku wan tînin wir bi xwestina fîdye, Fahretîn Tan mehek piştre berdidin. Fahrettîn Tan tê berdan û Zeynel Kursep, Mahmût Demîrer, Îsmaîl Agaya û Resûl Saçan li wir tên hiştin. Ev bodrumên binê erdê ji aliyê hêzên dewletê ve di sala 1998’an de di operasyona der barê Hîzbullahê de derketiye holê. Lê bele ji Zeynel Kursep ji roja ku hatiye revandin ve heta niha tu xeberek nehatiye girtin.”

Serî li hemû cihan dan

Derya Yildirim diyar kir ku bavê wê Îbrahîm Kursep dest bi hewldanên lêgerîna lawê xwe kiriye û wiha got: “Li Êlihê ji derveyî ÎHD’ê, serî li dozgeriya komarê ya Êlihê, muduriyeta emniyete ya Êlihê, serokomariyê, walîtiya rewşên awarte ya herêmê dane, heta roja me ya îro bersivek negirtine. Di sala 1996’an de kesek ku nexwest navê xwe eşkere bike, bi telefonê li mala Zeynel Kursep geriyaye û gotiye kurê we li gundê Sûsa (Yolvaç) ê girêdayî Farqînê di bodrûmek de tê girtin. Li ser van agahiyan bavê Zeynel Îbrahîm Kursep diçe Farqînê û li wê derê serî li saziyên fermî dide, dibêje kurê min li  gundê Sûsa ye, bi daxwaznameyê serlêdan dike. Bavê min Îbrahîm Kursep li ruxmê hemû hewldanan ji saziyên fermî tu encamê nagire. Tevî ku 29 sal derbas bûne jî Zeynel Kursep ji roja hatiye revandin heta niha hê jî winda ye.” 

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.