Li Amedê ji bo hemû windayan deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin

ÎHD'ê û xizmên windayan ku di hefteya 678'an a çalakiya xwe de kujerên Alî Çelîk ê 26 sal berê hat qetilkirin pirsîn, ji bo hemû windayan deqeyek çalakiya rûniştinê li dar xistin.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo mexdûrên nediyar û di binçavan de hatine windakirin cara 678’emîn li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya Amedê hatin cem hev. Malbatên ku bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" hatin cem hev, wêneyên xizmên xwe yên winda û hatine qetilkirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de sepêhatiya Alî Çelîk ê di 11'ê Nîsana 1994'an de li Mêrdînê hat qetilkirin hat xwendin.
"Her dem davêtin ser gundê wan” 
Ji rêveberên ÎHD'ê Derya Yildirim daxuyanî da. Derya Yildirim destnîşan kir ku Alî Çelîk li gundikê Sûsikelî yê gundê Girê Sor ê Dêrika Mêrdînê jiyana xwe didomand û bi cotkarî debara xwe dikir, diyar kir ku bavê 6 zarokan bû, di heman demê de keyayê gund bû. Derya Yildirim wiha got; "Di salên 90'î de gelek caran gundên wan ji aliyê leşkeran ve hatin serdegirtin. Alî Çelîk di yek ji serdegirtinên gundê xwe de hat binçavkirin, îşkence dît û piştî 4 mehan di girtîgehê de ma hat berdan. Piştî vê bûyerê bi qasî salekê koçerên li derdora gund dibînin ku leşkeran wî girtine û dibin qereqolê. Alî Çelîk ji ber ku keya bû têkildarî mijarê bang li qereqolê kir.
Malbatê cenazeyê wî dît
Derya Yildirim diyar kir ku li ser vê yekê Alî Çelîk di 11’ê Nîsana 1994’an de ji bo li qereqolê îfadeyê bide, ber bi Qoserê ve ketiye rê, axaftina xwe wiha domand: “Şahid herî dawî wî li cihekî nêzî gundê Germikê dibînin. Di heman rojê de qereqol davêje ser mala wî û lêgerîn dike, ji bo biçe qereqolê bangê wî dikin. Li ser vê yekê malbata wî difikire ku negihîştiye qereqolê û dest bi lêgerînê dike. Pişt re malbata wî diçe qeraqolê û pirsa Alî Çelîk dikin. Malbata ku ji leşkeran qereqolê bersiva 'kesekî wiha li gel wan nîn e' digre, vedigere gund. Hefteyek piştî windabûnê jî cenazeyê Alî Çelîk li Çewlika Dewletê ya Kaniya Xezalan tê dîtin. Ji ber nasnameya wî nehatiye tesbîtkirin ji aliyê şaredariyê ve li goristana bêkesan tê definkirin. Malbata wî ya ku bûyer dibihîse diçe cenaze teşhîs dike û tane li gund ji nû ve defin dike.
“Ji aliyê cerdevanan ve gef lê hat xwarin
Derya Yildirim diyar kir ku Serdozgeriya Serêkaniyê der barê bûyerê de raporek wiha daye: "Dema ku cenazeyê Alî Çelîk ê bêcan hat dîtin, destên wî hatibûn girêdan û bi yek guleya li serê xwe hatiye qetilkirin" amade kiriye, wiha got: “Di navbera malbata Çelîk û hin kesên ku li Gundê Gire Sor cerdevanî dikirin de xusumet hebû. Ji aliyê cerdevanên wî gundî ve gelek caran gefa mirinê li Alî Çelik dihat xwarin. Ji ber şertên demê û her dem di bin gef û zextên li ser malbatê, der barê bi zorê windakirana Alî Çelîk de xizmên wî nikaribûn tu pêkanînen hiqûqî bidin destpêkirin.”
Piştî daxuyaniyê ji bo Alî Çelîk û hemû windahiyên din deqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.