Li Amedê bi hezaran berê xwe didin qada Newrozê

Li 42 navendên Bakûrê Kurdistatê Newroz hate pîrozkirin, ji bo pirozbahiya fînalê gel pêl bi pêl berê xwe didin qada Newroza ya Amedê.

Amed- Îsal bi dirûşmeyên “Her der Newroz, her dem azadî” Li 42 navendên Bakûrê Kurdistanê Newroz hate pîrozkirin. Finala pirozbahiya Newroz li Amedê tê pîrozkirin Ji saetên serê sibehê ve li Amedê gel ji kolanan di meşin berbi qada Newrozê ve diherikin.

Ketina qada pirozbahiya ku li park Newrozê destpêkir. Gel bi dirûşemyên ‘Bijî Serok Apo’ bere xwe dan qadê,  bernameya Newrozê wê di saet 11:00!an de dest pê bike. Ji ber erdheja navenda wê Mereşê diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin her wiha wê bi awayê biranînê be.

 Li qada Newrozê balonên reş û xemir, posterê Jîna Emînî û Kemal Kurkut hatin daliqandin.

Di heman demê de di dema ketina qada Newrozê de pefçûn hatin jiyankirin, jinên ku xwestin bi cil û bergên xwe yên Kurdî bikevin qada Newrozê rastî astengiyan hatin û bi berxwedaniyek mezin ketin qada Newrozê. Gel bi tililî, çepik û dirûşman pêl bi pêl diherike qadê.