Li Amedê 2 polîsên ku îşkence li zarokek kiribûn hatin berdan

2 polîsên ku di lêpirsîna îşkenceya li zarokê 14 salî Y.D. yê li Licêya Amedê hatibûn girtin û ji erka xwe hatibûn dûrxistin bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Licêya Amedê roja 21’ê Adarê, roja Newrozê polîsan zarokê bi navê Y.D. ê 14 salî girtibûn, birûbûn cihekî û îşkence lê kiribûn. 5 polîsên ku di çarçoveya lêpirsîna têkildarî îşkenceyê hat vekirin de hatin binçavkirin, di 26’ê adarê de ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê hatin kirin.

Du polîs cara duyem hatin berdan

Ji Polîsên ku bi daxwaza girtina cezayê “Desteserkirina kes û birîndarkirina bi qestî” sewqî dadgehê hatibûn kirin. Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Licê der barê polîsên bi navê Îsmaîl Akkuş, Emre Ozcan û Gokhan Bay de bi sûcê “birîndarkirina bi qestî” biryara girtinê dabû û her du polîsên din berdabû.

Li ser îtîraza Serdozgeriya Komarê û parêzerên zarok, duh der barê midurê polîsan Aykut Oral û polîs Hayrettîn Çakmak de biryara girtinê hat dayîn. 2 polîsên ku Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê der barê wan de biryara girtinê da, ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Licê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku wê îtirazê vê biryarê bikin.