Li Amarayê erd bi şînahî û kulîlkan xemilî

Li Amarayê bi hatina biharê re erd bi rengê kulîlkan xemilî. Li gundê ku bêhna axê belav dibe, dema roj diçe ava jî xweşikiya xwezayê bi tîrêjên wê bedewtir dibe. Welatiyên gund bi heyecan li benda 4'ê Nîsanê ne.

Riha- Erdê ku piştî Newrozê şîn bû, mizgîniya biharê dide. Li Amarayê ku yek ji cihên herî xweş û xwedî kulîlkên rengîn e, bi nêzikbûna 4'ê Nîsanê re zêdetir kulîlk vebûn. Gundê ku kulîlkên bêhejmar lê şîn dibin, mizgîniya hatina meha Nîsanê dide.

Kurd dê ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê ji gelek bajaran bi meşeke girseyî ber xwe bidin Amarayê. Li Amarayê dê çalakiyên cuda bên lidarxistin. Heta 4’ê Nisanê dê li gelek bajaran çalakiyên çandina daran werin lidarxistin.