Li Afganistanê jinan qedexeyên Talîban şermezar kirin

Li bajarê Mezar-ı Şerif yê Afganistanê jinên ku daketin qadan, qedexekirina jin û zarokên keç ya çûyîna dibîstanan ya ji aliyê hêzên Talîban ve şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Afanistanê bi destpêkirina dema dibîstanê re li bajarê Mezar-ı Şerif jinê ku hatin ba hev qedexeyên Talîban yên di qada perwerde û xebatan de ji bo jinan di 24’ê Adarê de şermezar kirin.

‘Di sedsala 21’an de rezaleta dîrokî tê jiyan kirin’

Jinên ku bajdarî çalakiyê bûne di daxuyaniyê de diyarkirin ku perwerde mafê bingehîne û divê Talîban vê mafê îhlal neke û bang li gelê Afgan kirin ku li dijî qedexeyan bikevin tevgerê û heta ku qada perwerdê ji bo jinan neyê vekirin wê têkoşîna xwe bidomînin û jinan ev qedexe weke ‘Di sedsala 21’an de rezaleta dîrokî tê jiyîn’ bi nav kirin û bi bîrxistin ku divê saziyên navnetewî ji bo jinên Afganî berpirsiyartiya xwe bi cih bînin.

Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku jin ji perwerdeyê bê par tê hêlan û civak rastî felaketek ya mirovê tê hiştin û wiha hat gotin: “Em weke xetek ku mafê perwerdeya zarokên keç di parêzin, em bang li rayedarên cîhanê û saziyên navnetewî dikin, li Afganistanê ji bo zarokên keç dibîstan were vekirin gavên bi cesaret bi avêjin.”