Li Şirnexê çawişê pispor ê jinek tacîz kir hate derbkirin

Çawişê pispor ê li Şirnexê jinek tacîz kirî ji hêla welatiyan ve hate derbkirin.

Şirnex - Hat zanîn ku di saetên şevê de çawişekî pispor li Şirnexê jinek tacîz kir. Li gorî agahiyan, polîsekî pispor li Taxa Dîcleyê jinek tacîz kir. Welatiyên derdorê jî mudaxileyî tacîzkar kir û çawişê pispor derb kirin. 

Çawişê pispor rakirin nexweşxaneyê û hat zanîn ku rewşa wî krîtîk e. 

Walîtiya Şirnexê ragihand ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û 4 kes hatine binçavkirin.