Li Şengalê yekem car jinek di Cejna Cimayê de perî sûwar kir
Li Şengalê cara yekemîn jina bi navê Hêwiz Hecî di Cejna Cimaya Pîrê Ewra de perî sûwar kir.

FARAŞÎN MERVAN
Şengal – Şengal – Cejna Cimayê bi sedan salan di nav civaka Êzidiyan de tê pîroz kirin. Ev cejn her sal bi merasîma li Qubeya Şerfedîn li Şengalê dest pê dike û pîrozbahî ji meha Îlonê heya Cotmehê didomin. Cejna Cimayê ne tenê pîrozbahiyeke olî ye, lê di heman demê de bingeha yekîtî û baweriya civaka Êzidî ye. Cima nîşana hebûna civaka Êzidî ye, ji ber ku bi vê cejnê bawer dikin ku dikarin hemû dijwariyan derbas bikin û çanda xwe biparêzin.
Têgeha "cima" bi wateya "kom" an "bi hev re" ye û di heman demê de yekîtiyê îfade dike. Di baweriya Êzidiyatiyê de, cima kombûna civakê ye ku ji bo xêr û bereketa civakê daxwaz tên kirin. Her wiha, cima ji bo parastina çandê û girtina biryarên hevpar platformeke komînal e. Di heman demê de di cimayan de perî (ala) tên sûwar kirin. Perî sembola berxwedan û nasnameya civaka Êzidî ye, û rakirina periyan di cejnê de yek ji rêûresmên herî watedar e.
Yekem car jinekî perî sûwar kir
Di dîroka vê cejnê de cara yekem e ku jinek perî sûwar kir. Di Cimaya Pîrê Ewra de, jineke Êzidî bi navê Hêwîz Hecî got: "Em hene û ez wek jin he me." Wê wek jineke Êzidî perî sûwar kir, xwe da bin alayê û ber bi hêviyên xwe û civaka xwe ve meşiya.
‘Wek jinên Êzidî, navê me êdî heye’
Hêwîz Hecî ji ajansa me re axivî û got: "Ez pir kêfxweş im ku min îro perî sûwar kir. Ez vê Cimaya Pîrê Ewra li hemû civaka Êzidî pîroz dikim. Em dixwazin ku miletê me û her miletê din jî beşdarî cejna me bibe. Dema perî hat, ez pir bi kelecan bûm û min xwest bikevim bin wê periyê. Em jin divê xwe kêmî zilaman nebînin. Her jinek ku min bibîne, divê kêfxweş bibe. Wek jinên Êzidî, navê me êdî heye. Me di fermana re derbas kirin û xwestin ku em wenda bibin, lê baweriya me tu carî wenda nabe. Bi taybetî wek jinên Êzidî, em yekîtiya xwe xurtir dikin."
Cima nîşana hebûn û parastina nasnameyê ye. Jinên Êzidî jî êdî di nav civaka xwe de xwedî roleke girîng û nasnameyeke xurt in.