Li Şengalê tevgera artêşa Iraqê
Piştî gefên wezîrê Tirk Hakan Fîdan ên dijî Şengalê, artêşa Iraqê bêyî hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê, dixwaze noqteyeke nû ya leşkerî li seytereya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê ya li ser rêya Geliyê Kersê û Sinûnê çêbike.
Şengal – Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk Hakan Fîdan berê niha çend rojan gef li Êzidiyên Şengalê xwaribû û xwestibû Iraq li dijî hêzên Êzidiyan bikeve tevgerê. Iraq daxuyaniyên Fîdan di gotin de red kiribe jî, lê artêşa Iraqê di pratîkê de dikeve nava hewldanên ku rê li ber aloziyan veke.
Li gorî agahiyên peyamnêrê me ji nahiya Sinûnê daye, îro di derdora saet 15.00’an de artêşa Iraqê bêy hemahengiya li gel Asayîşa Êzidxanê bi kepçe û dozeran berê xwe daye seytereya Şehîd Gênco ya hevbeş a Polîsên Federal û Asayîşa Êzidxanê, da ku noqteyeke leşkeri ya nû ava bike.
Seytereya Şehîd Gênco ya ser bi Asayîşa Êzidxanê ji 2017’an ve hatiye danîn û ev demeke dirêj e bi awayeke hevbeş ji aliyê Asayîşa Êzidxanê û Polîsên Federal ve tê rêvebirin ku heya niha ti pirsgirêk jî rûnedane.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rêveberiya Xweser a Şengalê 20’ê Sibatê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Iraqê kiribû, pirsgirêka Şengalê di çarçoveya destûrî de û bi diyalogê çareser bike, ne bi rêbazên leşkerî. Her wiha xwestibû hemû hêzên parastinê yên Şengalê û xebatên îdarî jî di çarçoveya qanûnên Iraqê de werin destgirtin û fermîkirin.
Balkêş e, di pêvajoyek ku hewldanên çareseriyê û hevdînên dîplomatîk di rojevê de ye, ev hewldana artêşa Iraqê ku dibe rê li ber aloziyan veke, pêşdikeve.