Li Şengalê semînera ser tenduristiyê

li şengalê ji aliya komîteya tenduristiyê ve derbarê nexweşiyan û çareseriyên rast de semînerek hate dayîn.

Şengal – Têkildarî pêdiviyên gel ên xwe parastina ji nexweşiyan komiteya Tendurustiya Şengalê Semîner da. Di semîner li meclîsa gel ya Şengalê hate dayîn de endamên meclîsa jinê, meclîsa gel, hêzin ewlekarî yê jî di navê de gelek welatî amadebûn. Ji aliyê bijşkên saziya tendurustiyê ve bi berfirehî qala pergala kapitalist a ku nexweşiya herî mezine li ser civakê xwe disepîne û gotin: “Li bermberî tevahî nexweşiyan berî her tiştî mejî û ruheke sax dikare têbikoşe.”Di semînerê de bi taybet mijarên paqijî, parastina zarokan û derdorê wê bi çi şêwazî be hate vegotin.

Jina bi navê Wedha Reşo desxweşiya saziya tendirustiyê kir û got: “ Em gelek bi xizmeta zarokên xwe yên bijîşk kêfxweşin ji ber ji civaka me re çi bivê texsîr nakin. Ji bo em bikaribin xwe biparêzin û ger rewşek çêbibe em bikaribin bi xwe mudaxaleya yekem bikin me ji bo me gelek feydebû.”