Li Şengalê sê jinên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan hatin bibîranîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya salvegera fermanê çalakiyên xwe didomîne. Di navbera gundê Dugurê û Dohla de sê jinên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.

Şengal- Li Şengalê Tavgera Azadiyê Jinên Êzidî (TAJÊ) sê jinên Êzîdî Erzan, Gulê, Cîlan Berces  ku di fermana 74’an de, di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin bi bîr anîn. Bîranîn li ber mala Erzan hat lidarxistin û di bîranînê de gul hatin danîn, av û şirînahî hat belavkirin. Lorîn ji aliyê Şemo Remo û Şêrîn Şengalî ve hatin gotin.  

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo ji ajansa me re axivî û da zanîn ku berxwedanî di cewhera jinan de heye û wiha got: “Îro me dayê Gulê, Erzan û Cîlan bi bîr anî. Em di şexsê hemû dayikên me yên ku li ber xwe dane û xwe teslîmî DAIŞ’ê nekirine hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Dayê Gulê emîrê DAIŞ’ê kuşt û xwe teslîm nekir. Cîlan jî damarên destê xwe jêkir û teslîmî hovîtiya çeteyan nebû.  

‘Şengal keleha berxwedanê ye’

Şemê Remo êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê û bêdengiya Iraqê jî şermezar kir û wiha got: “Mixabin dewleta Tirk a faşîst êrişî wesayîdeke rojnemevanan kir. Em ber bi salvegera fermanê ve diçin, her roj pêl bi pêl gelê Şengalê vedigerin ser warê xwe, dewleta Tirk ditirse, dixwaze gel jî bitirsîne û pêşiya vegerê bigre. Şengal keleha berxwedanê ye. Kesên ku hevkariya Tirkan û mala Berzanî dikin em wan şermezar dikin. Em dibêjin Iraq bê şerm e ger namûsa wê hebûya wê îro Tirkiyeyê ewqas axa herêmê dagir nekira. Wê helwesta wî hebûya. Li başûr gel û zeviyan topbaran dike dibêje li gerîla didim.”

‘Çira me ji rojê ye venamire’

Şemê Remo da zanîn ku tu kes nikare çira rojê vemirîne û got: “Li Şengalê rojnemevanên Çira TV kirin hedef. Dixwazin çiraya me vemirînin lê çiraya me ji rojê ye tu kes nikare çira me vemirîne. Bila dijmin baş bizanibe, em ê tola xwe ji wan kesên ku bûne sedema fermanê bê serê Şengalê hildin û hesab ji wan bixwazin. Em ji hikumeta Iraqê re dibêjin tu bênamûs î. Hevdîtinan qaşo li ser avê dikin, hemû jî derew in. Êdî bes e bila li ser xwîna Êzidiyan nejîn. Axa başûrê Kurdistanê tevî însan û lawirên wê dane ber xwe. Mirovahî vî tiştî qebûl nake. Bes e ji bêdengiya li hemberî dagirkeriyê re, bes e.”

‘Jin pêşeng in’

Endama Meclisa Jinan a Dugurê Wefa Fêsel jinên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Pênesekirina Dayê Erzan gelek zehmet e lê pir girîng e. Weke civak fermanek hate serê me. Her kesê zilmê ji DAIŞ’ê dît lê dayikeke weke dayê Erzan ku ewqas bi temen bû, ji ber qebûl nekir ku ji axa xwe dûr bikeve çeteyan ew qetil kir, gelek bi êş bû. Rewşa jinan wê demê û niha ne weke hev bû. Civaka me girtîbû lê piştî fikrên Rêber Apo ketin nava civaka me pêşketin çêbûn. Dayik îro di civakê de pêşeng in. Em dîsa şehîd dayê Gulê, dayê Erzan û şehîd Cîlan bi bîr tînin.”

‘Çi jî bikin em ê bi ser bikevin’

Wefa Fêsel bal kişand ser êrişên li ser civaka Êzidî û da zanîn ku wê planên dagirkeriyê vala derxin û wiha got: “Ev 2 meh in çûnhatin di navbera dewleta Tirk, mala Barzanî û Iraqê de hene. Hemû planên wan ji bo kirîn û firotina axa Kurdistanê ne. Me dizanibû di bin hevdîtinên wan de tiştek heye. Em çend şehîdan jî  bidin em ê gavên mezin ber bi pêş ve bavêjin. Ew wisa dizanin ku bi van êrîşan em gav paşve bavêjin. Em ê gavên serkeftinê pêşve biavêjin.”

‘Teslîmiyetê qebûl nakin’

Endama Meclisa Xanesorê Henîf Şalar jî wiha got: “Îro em li vir kom bûne ji bo ku hersê şehîdên xwe Erzan, Gulê û Cîlan bi bîr bînin. Weke ku tê zanîn hersê şehîdên me li ber xwe dan û teslîm nebûn. Di fermanê de û beriya wê jî bi sedan jinên Êzidî li ber xwe dan û teslîmiyet qebûl nekirin. Em jî li ser xeta wan şehîdan dimeşin û em ê teslîmiyetê qebûl nekin.”

Gulê, Erzan û Cîlan kî ne?

Erzan jinek bi temen bû di nava civakê de weke koçekê dihat dîtin. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê tên ew ji mala xwe dernakeve û dibêje ez dev ji axa xwe bernadim. Çete bi awayekî hovane wê qetil dikin û cenazeyê wê jî dişewitînin.

Gulê ji navçeya Sinûnê bû. Ji bo ku xwe û keçên xwe biparêze çekê radike û xwe dide pêşiya keçên xwe. Dema çeteyên DAIŞ’ê tên ew şer dike û ji keçên xwe re dibêje hûn birevin xwe xilas bikin. Li hemberî çeteyan şer dike û jiyana xwe ji dest dide.

Cîlan Berces jî ji gundê Tilizêr bû di fermanê de ew û xwişka xwe û hinek endamên malbatê dikevin destên çeteyan. Cîlan ji bo ku rastî tecawizê neyê damarên destên xwe jêdike û jiyana xwe ji dest dide.