Li Şengalê Parkek bi navê Axîna Biçûk hate vekirin

Şaredariya gel ya Şengalê bi navê Axîna Biçûk parkek li gundê Borik yê Şengalê bi beşdariya endamên meclis û saziyan vekir.

Şengal-Li gundê Borik ya girêdayî navçeya Sinûnê parkek ji aliyê Şaredariya gel ya Şengalê ve bi navê navê Axîna Biçûk hate vekirin. Axîna biçûk ku di sala 2022’an de li kampa Şariya ya başurê Kurdistanê tevî bavê xwe hatin revandin. Piştre hate îşkence û destdirêjiyê hate qetilkirin. Vekirin ji aliyê dayika şoreşger Zerdeşt û dayika şoreşger Axîn ve hate kirin.

Vekirina parkê bi beşdariya bi sedan xelkê Borik û gundên derdorê hat kirin. Di şahiyê de li ser navê rêveberiya Şaredariyê, malbata Axîna biçûk û rêveberiya xweser axaftin hatin kirin.

‘Kêfxweşiya îro westandina me jibîra me bir’

Li ser navê Rêveberiya Şaredariya gundê Borik Neyme Şengalî axivî û wiha got: Di serî de her kesekî ku divekirina parkê de li vir amade bûye em bixêrhatina wan dikin û vê parkê diyarî wan dikin. Em bi xêrhatina dayika Axîna biçûk û malbata wê dikin ku ji Başûrê Kurdistanê ji bo vekirina Parkê hatine vir. Em weke endam û rêveberên şaredariyê spasiya her kesekî ku bû alîkar dikin. Îro kêfxweşiya herî mezin ewe ku parka me binavê Axîna biçûke û îro zarokên gund bi kêf û heyecanin ji bo vekirina parkê. Me ev kêfxweşî dît me hemû westandina xwe jibîr kir.

Dayika Axîna biçûk Sêvê axivî û hestên xwe bivan hevokan anî ziman: “Cihê şanaziyê ye ji bo min ku îro parkek binavê keça min tê vekirin. Kedek û zehmetiyek mezin hate dayîn da ku ev park ava bû. Destê hemûyan saxbe ji bo keda ku we dan.”

‘Axîna Biçûk yek ji birînên Şengalê ye’

Li ser navê rêveberiya xweser Nayif Şemo axivî, giringiya vekirina parkan di heman demê de 1’ê Gulanê roja karkeran jî pîroz kir û wiha got: “ Em li hemû karkeran Roja Karkerên Cîhanê pîroz dikin. Bi boneya vê rojê şaredariya me parkek binavê Axîna Biçûk vekir. Em jî weke rêveberiya xweser destxweşiyê li endam û rêveberên şaredariyê dikin. Karekî pîroz e û em hêvî dikin ku vekirina parkan dewam bike. Ji ber ku projeyek pir giring e. Axîn birîneke ji birînên Şengalê ye ku tu carî nayê jibîr kirin. Em bi xêrhatina malbata A xîn dikin û bejna xwe lihember şehîdan ditewînin. Serkeftin ji gelê me re.”

‘Em vê parkê diyarî xelkê Borik û karkeran dikin’

Endama Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Merwa Dexîl ji mere axivî û di serî de roja karkeran pîroz kir û giringiya vekirina parkê bi van hevokan anî ziman: “Roja Karkeran ya Cîhanê em li hemû karker û kedkaran pîroz dikin û em vekirina vê parkê diyarî karkeran dikin. Weke şaredariya Şêngalê me parkek li gundê Borik vekiriye. Ev park weke diyariyek ji bo xelkên gundê Borik û ji bo karkeran e. Me ev park çêkir ji bo ku ciwan, jin kal, pîr û zarok bêhnvedanê berê xwe bidin parkê. Em hêvîdarin malbat tevî zarokên xwe dema xwe ya herî xweş li parkê de derbas bikin. Hêvî û bendewariya me ewe ku her kes li parkê xwedî derkeve û wekî mala xwe paqij bihêle û biparêze.”

‘Keda şaredariya me saxbe’

Endama Meclisa Borik Welat Cano ji mere axivî û da zanîn ku vekirina parkekî wisa li gundê Borik cihê dilxweşiya mezin û zaroka ye û wiha got: “Em bi vekirina parkekê li gundê Borik pir kêfxweş bûn. Îro  Milet li vir kom bûne û bi şahiyekê roja karkeran û vekirina parkê pîroz dikin, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em destxweşiyê li şaredariya xwe dikin ku parkek ava kirin. Îro coş û heyecanekî mezin ya zarokan bi vekirina vê parkê heye, ev jî tena xwe cihê dilxweşiyê ye. Di dawiyê de em roja karkeran li hemû karker û kedkaran pîroz dikin.”