Li Şengalê ji bo cangoriyên fermana 73'an merasîmeke bi heybet hate lidarxistin

Bi pêşengiya jin û dayikên Êzidî, li Tilezêra Şengalê bi hezaran kesî cangoriyên komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an bi bîr anîn. Di çalakiyê de hate gotin ku tenê bi yekîtiyê dikare pêşiya fermanan bê girtin.

Şengal – Beriya merasîmê, girseya gel bi pêşengiya jinan li gundê Izêr li hev kom bûn û bi meşekê ber bi bîrdariya 14’ê Tebaxê ve meşiyan. Di meşê de wêneyên qurbaniyan, wêneyên jinên pêşeng û pankartên ku balê dikişînin ser qirkirinên li ser jin û zarokan hatin hilgirtin.

Merasîm, li ber bîrdariya “ 14” ku navê xwe ji roja reş a teqînê digire, bi rêzgirtinê dest pê kir. Gelek nûnerên saziyên jinan, hevserok û endamên tevgerên azadiyê tevlî bîranînê bûn. Dayikên şehîdan bi "xerîbî" û kilamên xwe yên ku êş, berxwedan û bîra dîrokî ya jinên Êzidî vedibêjin, bîranîn xemilandin.

‘Tenê bi tifaqa jin û civaka xwe em dikarin xwe biparêzin’

Di axaftinên ku hatin kirin de girîngiya rêxistinbûn û parastina hebûna çandî hate tekezgirin. Endama Partiya Ciwan a Êzidiyan Xalîde Îbrahîm di axaftina xwe de di şexsê cangoriyên fermana 73’an de hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî û got: "Tenê bi tifaqa civaka me û bi taybetî bi rêxistinbûna jinan em dikarin pêşiya fermanên nû bigirin. Çawa ku em xwe wekî Iraqî pênase dikin, divê dewleta Iraqê jî nasnameya me ya Êzidiyan û mafên me bi fermî nas bike."

‘Erebe tev bi xwîn bû’

Dayê Hacir Xelef a ku di wê komkujiya hovane de du bira û pismamekî xwe winda kiribû, bi bîranînên xwe yên tijî êş rûpelên wê rojê vekir û diyar kir ku ev êriş rasterast li dijî hebûn û baweriya wan hatine kirin: "Di seat 19:30’an de dema teqîn çêbû, du birayên min û pismamekî min şehîd ketin. Yê kameravan bû hîn gelek ciwan bû, yê din zewicî bû û bavê pênc zarokan bû. Wê demê ne telefon hebû, ne jî erebeya me hebû. Ez li ser rê sekînim da ku xwe bigihînim Tilezêrê. Ez li erebeyeke ku birîndar biribûn navenda Şengalê siwar bûm; erebe tev bi xwîn bû. Kurê mamê min jî hîn pir ciwan bû. Ez ji gundê Rambosî hatim ser cenazeyên birayên xwe. Wê demê ne telefon hebû, ne jî erebe. Ez li ser rê sekînim da ku xwe bigihînim Tilezêrê; min li erebeyeke ku birîndar dibirin nava Şengalê siwar bû, erebe tev bi xwîn bû.”

Dayê Hacir destnîşan kir ku ev êrişên hovane tenê ji ber ol û baweriya Êzdayetiyê tên serê wan.

Piştî bidawîbûna merasîma li Tilezêrê, girseya gel berê xwe da Sîbayê û li wê derê jî cangoriyên komkujiyê hatin bîranîn.

2007’an de li Şengalê çi qewimî bû?

Di 14’ê Tebaxa 2007’an de li Tilezêr û Sîba Şêx Xidir bi wesayîtên bombebarkirî komkujiyeke mezin pêk hatibû û di encamê de bi sedan kes hatibûn qetilkirin. Gelê Êzidî wê rojê weke fermana 73’an bi nav dike, ku bi giştî 74 ferman bi serê vê civaka Êzidî de hatiye.