Li Şengalê ji bo 25’ê Mijdarê semîner hat dayîn

Bi pêşengiya TAJÊ ji bo pêşwazîkirina roja cîhanê ya tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, li seranserê Şengalê semîner hatin dayîn.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di bin dirûşma “Li Hemberî Qirkirinê Jinê; Jin Jiyan Azadî” li Şengalê 2 semînerên der barê 25’ê Mijdarê de li dar xist. Di semînera ku hemû endam û saziyên jinan a Şengal, Til Ezêr, Serdeşt tê de amade bûn û duh li meclisa gel a Şengalê pêk hatibû de roja 25’ê Mijdarê hat şîrovekirin û li ser rê û rêbazên têkoşîna li hemberî zîhniyeta zilamsalar hat nîqaşkirin.

Her wiha di heman çarçoveyê de jî li meclisa gel a xanasorê bi amadebûna endamên meclisên jinan ê Dugor, Dulha, Guhbel, Borik û Xanasorê amade bûn.

Semîner hat dayîn

Semînerê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Berdevka Têkiliyên Derve ya TAJÊ’ê Suham Şengalê semîner da di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wate û girîngiya vê rojê ji bo hemû jinan û bal kişand ser cihê jinan di baweriya Êzidayetiyê de û wiha got: “Di baweriya  me de jin cihê wê yên teybet hene ne weke hemû baweriyan l ji ber fermanan ev rastî hatiye berovajîkirin. Îro jî hemû jinên Êzidî ne di ferqa şîdeta ku li ser wan tê meşandin de ne. Eger em li dîroka xwe baş binêrîn û lêkolîn bikin em ê bizanibin îro ev roj çiqas girîng e.”

Piştî wê li ser rewşa jinên Êzidî ya berê û îro ji aliyê kesên tevli bûne ve nîqaşên berfireh hatin meşandin. Piştî bidawîkirina nîqaşan, li nirxandina Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê Jinolojî de hat guhdarîkirin.

‘Em bi Rojava re ne’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Şengalê Emşê Kurkurka ji ajansa me re axivî diyar kir ku bi riya xweperwerdekirinê mirov xwe dikare bibîne û got: “Em bi van semîneran hêvî dikin ku weke civak ancam bigrin û zîhniyeta ku bi aqilê zilam tê birêvebirin bişkînin. Eger em îro li ser lingên xwe mabin hemû bi saya fikir û ramanên Rêber Apo ye. Fikra Rêber Apo civaka me vegerand çanda xwe ya resen. Ji ber ku fikra Rêber Apo jinan ber bi azadiyê ve dibe îro dewleta Tirk a dagiker êrîşê rojavayê Kurdistanê dike. Em weke civaka Êzidî heya dawî li gel gelê rojava ne.”

Beşdarvana bi navê Nîsan Hesen jî axivî û diyar kir ku şîdet di her warî de tê meşandin, îro dewlet bi xwe şîdetê li ser jinan û civakan dimeşîne û got: “Şîdeta herî mezin êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser axa me ye. Her wiha jinên Êzidî yên li kampên başûrê Kurdistanê dimînin, herî zêde bi êrîşan re rûbirû dimînin, em bang li wan dikin ku berê xwe bidin Şengalê û xwe perwerde bikin.”