Li Şengalê cenazeyê 8 kesan dibin kavilan de hate dîtin

Rêxistina Patricor ya ji bo Mafên Mirovan duh ragihand ku li Kenrof ya ser bi Şengal a girêdayî parêzgeha Musilê, cenazeyê heşt kesan û cilên leşkerî di bin kavilên xaniyekî de hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Patrîcor ya ji bo Mafên Mirovan bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî ew bi derketina hinek cilûbergên leşkerî û cenazeyan dibin xaniyekê de, tîmên wan gihiştin cihê bûyerê.

Patricor diyar kir ku piştî tîma meydanî ya rêxistinê gihişt cihê buyerê, cenazeyê heşt kesan bi çekên kalaşnîkov, bombeyên destan, demance, kemberek cebilxaneyê, cilên leşkerî, çek û kamerayek dîtin.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên li devera Kenrofiyê hemû tiştên hatine dîtin desteser kirin û tekez kirin ku ew dezgehek yasayî ne û dê lêkolîn bikin û tedbîrên pêwîst bigirin.