Li Şengalê cejnên cimayî destpê kirin

Li Mezargeha Şerfedîn a Şengalê ji aliyê bi hezaran kesî ve Cejna Cimayî tê pîrozkirin û hêviya aştî û yekîtiyê tê kirin.

Şengal - Pîrozbahiya Cejna Cimayî di serî de ji Mezargeha Şerfedîn a li Şengalê destpê dike. Piştî wê jî Cimaya Êzî, Hacalî û hwd tên pîrozkirin. Di Cejna Cimayî de mezargeh û cihên pîroz tên nû kirin. Du rojên Cimayê ji bo xizmeta Mezargehan dewam dike. Periyên di nava Qubê de tên nûkirin. Perî cawê ji rengê kesk û sor, zer û sipî pêk tê û di nava Qubê de tê danîn. Her kesekî ziyareta mezargehê bike, girêkan li wan periyan dide û daxwazên xwe ji xwedê dike. 

Cejna Cimayî di nava civaka Êzidî de xwedî cihekî girînge û ev cejn dibin wesîleya yekîtî, tifaq û kombûna Êzidiyan a li hev. Pîrozbahiya Cejnên Cimayî ev du rojn li Şengal destpê kirin. Îroj roja duyemîn ya cimaya Mezargeha Şerfedîn bû. Bi hezaran kes kom bûn xêr belav kirin, miriyên xwe bibîr anîn û hêviya yekîtî û lihevkirinê ji civakê re xwestin.

‘Bihêviya aştî û aramiyê’

Rîhan Welat ji mere axivî û cejna cumayê li xelkê Êzidî û pîroz kir û wiha got: “Em kêfxweşin, mirov cejnê xwe pîroz bike dilxweş dibe. Bihêviya ku bibe sala xweşiyê ji bo civaka me. Dosta û guhdara û her kesî bisitrîne. Şerfedîn heqê Êzidiyan li erdê nehêle. Tucih ji cihê mirov xweştir nîne, em li ser axa xwe jiyan dikin em dilxweşin.”

Xemê Silêman jî hêviya xêrê ji civaka Êzidî û hemû civaka re xwest û wiha got: “Şerfedîn me ji destê dijmin û neyaran biparêze û êzidiyan bitîfaq bike. Ya şerfedîn me ji êş û beleyan bisitrîne. Bihêviya ku bibe cimaya xêr û xweşiyê ji bo civaka me. Tawisî melek hemû keç û jinên êsîr xilas bike û ji destê dijmin û kefiran derxîne. Tawisê melek dîlekeka êzidiyan pêk bîne, aştî û aramî li cîhanê belav bike. Şûkur em pir rehetin li ser axa xwene li cih û warê xwene.