Li Şengalê çalaliyên 8’ê Adarê: Em ê dengê xwe bigihîjînin Îmraliyê
Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de TAJÊ li Xanesora Şengalê pankart daliqandin. Endama TAJÊ Neam Xelef da zanîn ku ew ê bi peyama Abdullah Ocalan 8’ê Adarê pîroz bikin û dengê xwe bigihîjînin Îmraliyê.

Şengal – Di çarçoveya kar û xebatên çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li navçeya Xanesorê ya Şengalê pankarta daliqandin.
Ji her salê cudatir dê îsal li Kurd li Kurdistan û cîhanê jin bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî 8’ê Adarê pîroz bikin û dengê xwe bigihîjînin Îmraliyê.
Têkildarî peyama Abdullah Ocalan û 8’ê Adarê endama TAJÊ Neam Xelef axivî.
Neam Xelef di destpêka axatina xwe de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û got ku piştî ewqas salan ji ber ku ji Ocalan agahî girtine û wêneyê wî dîtine kêfxweş bûne.
Neam Xelef destnîşan kir ku Ocalan peyama aştî û demokrasiyê daye û ev tişt anî ziman: “Em bi peyama wî kêfxweş bûn û heta dawiyê em piştgiriyê didin. Em bi peyama serokatî ber bi 8’ê Adarê ve diçin û ev yek zêdetir me kêfxweş dike. Divê hemû jinên Şengalê bi vê peyamê tevlî şahiya 8’ê Adarê bibin û dengê xwe bigihîjînin Îmraliyê.”