Li Şengalê Bêrîtan Hêvî hat bibîranîn

Li Şengalê têkoşer Bêrîtan Hêvî di salvegera xwe ya 35’emîn de hate bibîranîn. Di bîranînê de li ser wate û girîngiya tekoşîna şehîd Bêrîtan axaftin hatin kirin.

Şengal – Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş), di 35’emîn salvegera şahedeta xwe de li navenda Komîna Gel a Şengalê hate bibîranîn. Endamên komînên gundên Şengalê, endamên TAJÊ û sazî û dezgehên medenî yên Şengalê beşdarî bîranînê bû. Di bîranînê de peyama şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Çalakiya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre ji aliyê malbatên şehîdan ve find hatin pêxistin. Di bîranînê de li ser wate û girîngiya rojê û derbarê tekoşîna Bêrîtan Hêvî ya li dijî îxanetê de endama Saziya Malbatên Şehîdan Neam Bedel axivî.

‘Em wek jinên êzidî li pey şopa şehîd Bêrîtan in’

Neam Bedel, di destpêka axaftina xwe de da zanîn Bêrîtan Hêvî teslîmiyetê qebûl nekir û di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Girê Lêlikan ê navçeya Sîdekana Başûrê Kurdistanê, xwe ji zinaran avêt û got: “Pêşmergeyên PDK’ê dor lê pêçabûn, dixwestin teslîm bigrin û bidin dewleta Tirk. Lê hevala Bêrîtan teslîmiyetê qebûl nekir. Em di şexsê hevala Bêrîtan de şehîdên hemû Kurdistanê û Şengalê bi bîr tînin.”

Neam Bedel, di axaftina xwe de balkişand ser girîngiya şopandina xeta Bêrîtan Hêvî û wiha pê de çû: “Îro em weke jinên Êzidî û tevgera jin divê li pey şop, tekoşîn û berxwedana wê bin. Tişta ku wê kiriye armanc, em bigihînin serî. Çawa ku şehîd Bêrîtan di temenekî ne pir mezin de barekî giran da ser milê xwe, kar û xebat da meşandin, divê em jî bi vê rihê fedaî û welatparêzî kar bidin meşandin.”
   

   

‘Em bi şehîdên xwe serbilind in’

Endama Akademiya Jineolojî ya Şengalê Nesrîn Hisên jî got ku ew wekî ciwan û jinên Êzidî li pey şopa Bêrîtan Hêvî ne û wiha axivî: “Jinên ciwan ên Êzidî jî li dijî DAIŞ’ê şer kirin û ji bo nekevin destê wan, xwe ji zinaran avêtin. Dayê Gulê yek ji wan jinên me yên berxwedêr e. Em jî weke civaka Êzidî di salvegera 35’emîn a salvegera şehadeta wê de şehîd Bêrîtan bibîrtînin û emê tu caran nehêlin were ji bîr kirin.”

Nesrîn Hisên, ji bo îlankirina şehadeta 8 ciwanên Êzidî jî wiha got: “8 ciwanên me ji bo azadiyê li çiyayên azad tekoşîn kirin û şehîd ketin. Şehîdên me ew ê di demeke nêzîk de bên îlankirin. Em wekî civaka Êzidî, bi şehîdên xwe serbilind in. Şehîd namirin.”

 

 ‘Bi hezaran jin li ser xeta Şehîd Bêrîtan dimeşin’

Mamoste Cîlan Silêman jî der barê tekoşîn û berxwedana Bêrîtan Hêvî de got: “Em di şexsê şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên me yên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Şehîd Bêrîtan ji bo nekeve destê dijmin xwe feda kir û niha bi hezaran jin li ser xeta wê dimeşin. Piştî çalakiya şehîd Bêrîtan gelek çalakiyên bi vî rengî hatin li dar xistin. Cîlan û dayê Zero jî minakên vê xetê ne. Em bi wan serbilind in.”

Cîlan Silêman, di dawiya axaftina xwe de vê peyamê da: “Em jî wek ciwanên Êzidî tu car teslîmî dijmin nabin. Em ê xeta şehîd Bêrîtan, Cîlan û Dayê Zero bişopînin. Em ê carek din nehêlin dijmin axa me dagir bike. Em ê heta dawiya xeta van şehîdan bişopînin û tu carî teslîm nebin.”

Bîranîn, bi belavkirina helwe û dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.