Li Şengalê Însyatîfa Ciwanên Ereb hat avakirin
Komcivîna Însyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê hat lidarxistin. Jinên ciwanê ên tevlî komcivînê bûn diyar kirin ku ewê weke ciwanên Ereb û Êzidî xwe rêxistin bikin û bi hev re xêbatê bidin meşandin.
Şengal- Piştî fermana 2014’an li Şengalê yek ji xebatên herî girîng û baş hatine rêxistinkirin xebata yekîtiya Ereb û Êzidyan ne. Bi taybet jî yekgirtina jinên Êzidî û Ereb di vê pêvajoyê de xebatên giring dan meşandin ku yek ji wan jî Şêwira Jinên Ereb û Êzidiye ku 29’ê Çile hat lidarxistin. Sîstema rêveberiya xweser a ku di Şengalê de li ser bingeha azadiya jinê û parastina ekolojiyê jiyanî dibe hemû netew, bawerî û olan digire nava xwe. Di pergara rêveberiya xweser de her pêkhateyek mafê xwe rêxistinkirin û rêvebirin heye. Li ser van bingeha her roj li Şengalê xebatên rengîn tên meşandin, yek ji wan jî avakirina Insyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê ye ku bi komcivînekê hat ragihandin. Komcivîn li gundê Medîban a li ser xeta sînor ê Şengal û Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna 50 ciwanan h at li darxisitin ku têde Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan ya Êzidxanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidî (PADÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Endamên Meclîsa Gel a Şengalê û Meclîsa Gel a xeta sînor a Şegngalê amadebûn. Li ser navê Însyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê Ewed Elhelal û Yusif Meculî bi xêrhatine mîvanan kirin û sipasiya her kesî kirin ku destek dan ji bo avakirina vê insyatîfê.
“Di avakirina pergala civakî de rola ciwanan giringe”
Di serî de li ser navê TAJÊ Riham Hico girîngiya avakairina înyatîfê wiha anî ziman: “Ciwan demara serke ya ji nû ve avakirina pergala civakê ne. Germbûna ku li gel ciwanan dihêle ku ciwan di hemû aliyan de xwe rêxsitn bikin û xwedî rolekî girîn bin. Di aliyê aşîtî û aramiyê de rolekî wan yê girîng heye. Ciwanên Ereb ên ku di herêmên ser sînorê Şengal û Rojava lazime xwe bi awayk xûrt rêxsit bikin. Ji ber ku di hemû aliyan de êrîşên tunekirina aramiya di nav ciwanên Êzidî û Ereb de heye. Di van rojên zehmet de lazime em hemû bi xûrtî tevlî kar û xebata avakirina civakek azad û demokratîk bibin. Dubare em insyatîfa wa pîroz dikin.”
“Parastina xeta sînor erka ciwana ne”
Endama Yekîneyên jinên Şengalê (YJŞ) Rohyev Ereb ku bi xwe jî ji pêkhateya Ereban ne ev tişt got: “Di serî de em avakirina vê însyatîfê li hemû Ereban taybet li ciwanan pîroz dikin. Di vê herêmê de rolek girîng ê ciwanan heye . Ji bo xilaskirina civakê ji xiyanetkaran ciwan pêşengiya vê yekîtiyê dikin. Ji ber ku ciwan bingeha parastina civakê ne. Bi taybet herêma xeta sînor ji aliyê ewleta Iraqê ve nayê paraastin û tu girîngî nadinê. Ji ber viya weke ciwan emê berpirsyariya herêma xwe rakin ser milê xwe û gavên berbiçav bavêjin.”
“Emê ciwanên Ereb û Êzidî bi hev re bixebitin”
Li ser navê Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzidxanê Sara Botan jî balkişand ser girîngiya yekîtiya xebatên ciwanên Êzidî û Ereb û wiha got: “Bi xêrhatina her kesî dikin. Em vê insyatîfê li Rêber Apo pîroz dikin. Di pêvajiyek wiha hesas de vê gavê avêtin xwedî girîngiyekî mezine. Piştî fermanê yekîtiyek xurt di nava Ereb û Êzidiyan de çêbûye, ev însyatîf jî nîşaneya vê yekê ye. Ji ber ku dijmin bi zanabûn dixwezin cudabûn bixin nava pêkhateyên Şengalê. Dê ciwanên Ereb jî weke me li ser fikra Rêber Apo xwe rêxstin bikin ku ev gavek mezin a pîroz e. Ji îro û şunda di nav ciwanên Ereb û Êzdî de wê kar bi hev re li ser esasê parstina vê axê bê meşandin. Em heya dawî piştgirya ciwanên ereb dikin.”
Însiyatîf dê li ser asta komîteyan xwe rêxistin bike
Di çerçûveya xwe rêxistinkirin li ser bingeha civakeka, exlaqî polîtîlk û tekoşîna azadiya jinên ciwan ên Ereb û Êzidî bi komcivînekî li gundê medîban a li ser xeta sînorê Şengal û Rojavayê kurdistanê Însyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê ragihandin. Însyatîf ji 5 komîteyên çand û hûner, perwerde, werzîş, raghandin û çandiniyê pêktên. Her komîteyek 2 yan jî 3 kes berpirsyarin. Sîstema rêveberiya însyatîfê hevserokatiye, ala wan ji çiya û teyrê baz pêktê û navê xwe weke Însyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê bi zimanê kurmancî û erebî di navê de nivîsandine.
Di dawiyê de endama Însyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê Ewad Elî li ser armanca avakirina însyatîfê nirxandinên giring kir û rêziknameya insyatîfê jî bi civatê re par kir.
Rêziknamya Însyatîfa Ciwanên Ereb wiha ye:
“*Ji bo têkoşîna azadiyê em felsefeya Rêber Apo weke ji xwe re binge digirin.
*Em rêveberiya Xweser a Şengalê weke nasnameyek rêxistinî û siyasî hildibijêrin. Ji bo fermîkirina Rêveberiya Xweser însyatîf wê tekoşînê bide meşandin.
*Însyatîfa Ciwanên Ereb a Şegalê YBŞ, YJŞ’ê weke hêza bingehîn a parstina gel û herîmê dibîne û ji xûrtkirina vê hêzê berpirsyare.
*Jinê pêşengê civakê dibîne û dê ji bo azadiya jin û civakê têkoşîn bide meşdandin.
*Însyatîf bi rêzdarî hemû ol û bawariyan qebûl dike.
*Li ser bingehê avakirina netewa demokratîk li hember zihniyeta desthiladar û zayendperest û olparast têkoşîd dike.
*Mafê xwe parastin li hember hemû êrîşên ji derve yên li ser aramiya herêmê esas digire.
*Rexne û rexnedayîn bingeha yekemîn a xebatê ye.
Her wiha her ciwanên têemên wan di navbere 15 heya 30 salî de ku van rêgazan qebûl dike, dikare cihê xwe di vê însyatîfê de bigre.”
Komcivîn gerandina guvandê bi dawî bû.