Li Şengalê hersê jinên tekoşer hatin bibîranîn
TAJÊ Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Navenda Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bibîranî.
Şengal- Sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve li navenda Şengalê hatin bibîranîn. Bîranîn li Meclisa Gel a Xanesorê pêk hat û bi sedan kes tevlî bûn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê jinan ji bo bîranîna şehîdan çira vêxistin.
Di bîranînê de Hevseroka Desteya Rêveber ya Şengalê Rîham Hesen û Endama Meclisa Jin ya gundê Borik Welat Cano Endama Meclisa Jin ya gundê Borik semîner birêve birin Rîham Hesen li ser berxwedan û têkoşîna hersî jinên şoreşger axivî. Hate zanîn ku şahadet her timî têkoşîn bi hêz kiriye. Hate diyar kirin ku îro bi hezaran Sara, Rojbîn û Ronahî hene. Bi mezinkirina tekoşîna azadiyê wê tol bê rakirin.
‘Hêza jina Azad hate hedef girtin’
Rîham Hesen armanca qetilkirina hersî jinên Şoreşger wiha anî ziman: “Şehadeta hersî jinên Şoreşger bandorekî cîhanî kir û tucarî nayên jibîr kirin. Sê jinên ku bi idolojiya xwe ya xurt, bi tekoşîna xwe ya mezin û bi rêxistin kirina xwe ya jinan binav û dengin. Kesayetên wisa bihêz, pêşeng û li dijî neheqiyê tekoşîn kirine em ji bo xwe wan weke pêşeng dibînin. Em bi rihê wan jiyan dikin û tekoşîn didin meşandin. Yek ji wan hevalan jî heval Sara bû ku yek ji hevalên despêkê yên di avakirina PKK’ê de cîhê xwe girt bû. Heval Sara jiyana wê her dem şer û tekoşîn bû. lL dijî her xirabî û kêmaniyekê tekoşîn dikir û tucarî serî netewand.”
‘Berxwedanî û tekoşîna heval Sara nimûneye’
Rîham Hesen wiha berdewam kir: “Heval Sara tucarî sînor nas nekir û di malê de li hemberî girtîbûnê û zihniyeta malê serî rakiriye, di zindanê de li berxwedaye. Berxwedaniya heval Sara ya zindanê binav û deng e. Şerek taybet di zindanê de li hemberî hevalan hate meşandin ji bo ku teslîm bibin. Cûreyên işkenceyê li dijî hevalan hate meşandin lê tevî wê jî heval Sara teslîm nabe û li hemberî wan pir seknekî bihêz nîşan dide. Beriya ku heval şehîd bibin bi yek rojê heval Sara ji civaka me ya Êzidî ya Ewropayê re civîn çêdike. Hedef girtina hevalan û bi taybet heval Sara ne ji rêzê bû, di şexsê heval Sara de Rêber Apo û jina azad hate hedef girtin. Her dem di dîrokê de jinên pêşeng hatine hedef girtin vê carê jî heman tişt bû. Em li vir careke din soza şopandina riya wan didin.”
‘Emê armancên şehîdan pêk bînin’
Endama Meclisa Jin ya Serdeştê Kinê Xidir cangoriyên azadiyê bibîr anî û wiha got: “ Di kesayeta Şehîd Sara de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. 3 jinên ku bi riya tekoşîna xwe gotin em hene riya azadiyê ji bo her jinekê xêz kirin. Heval Sara bi sala di zindanê de, berxwedanî kir û zilm û zor qebûl nekir. Emê li ser riya hersê rêhevalan bimeşin û emê xet û armanca wan bigînin lutkeya azadiyê. Heta em hene koletî û bindestiyê emê qebûl nekin û emê azadiyê ji bo xwe esas bigrin. Wê tu kes îrade û armanca jinê lewaz nekin, jina xwedî armanc wê bighîje azadiyê. Emê xwe bigînin hemû jinan û emê tekoşîna azadiyê mezin bikin.”