Li Şemrex û Çinarê qadeke 66 kîlometroyî bandor bû

Li gorî tesbîta Serokatiya Daîreya Pêşxistina Gundewarî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber şewata ku li herêma navbera Şemrex a Mêrdînê û navçeya Amed Çinarê derket de qadeke 66 kîlometreyî bandor bû.

Navenda Nûçeyan - Serokatiya Daîreya Pêşxistina Gundewarî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand, şewata ku tê îdiakirin ji ber têlên elektrîkê li taxa Tobînî ya gundewarî ya navçeya Çinarê derketiye, bi tesbîta satelaytê qadeke 66 kîlometreyî bandor kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şewat bi hatina bayê re bi lez li erdên çandiniyê belav bûye. Hat zanîn ku di şewatê de genim, ceh, nîsk û nok zerer dîtine û bi hezaran dar şewitî ne. Her wiha hate ragihandin ku herêm ji gelek cureyên lawir û nebatan re jî malûvaniyê dike.

Banga ji beytaran re

Di encama şewatê de bi hezaran lawir jî zerer dîtin. Lawirên ku bi giranî birîndar bûne ji aliyê gundiyan ve ji bo ku bêne dermankirin hîna li zeviyê hêlane.

Ji ber ku rayedaran heta niha ji bo dermankirina lawiran tu gav neavêtiye, şêniyên gund ji bo dermankirina lawirên xwe banga alîkariyê ji beytarên dildar re kirin.