Li Şehbayê Roja Karkerên Cîhanê bi meşekê hate pîrozkirin

Bi boneya Roja Karkerên Cîhanê Tevgera Civaka Demokratîk û Şaredariya Gel meşek li dar xistin.

Şehba- Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerkên Cîhanê Tevgera Civaka Demokratîk û Şaredariya Gel ya herêma Efrînê meşek li dar xistin. Di meşê de hemû endamên Tevgera Civaka Demokratîk, Şaredariya Gel û endamên Yekîtiya Êzîdiyan û rêxistina Kongra Star a herêma Efrînê amade bûn. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û alên Yekîtiya Êzîdiyan hildan. Meş li pêşiya wargeha Serdem ya girêdayî navçeya Ehdas bi berizkirina dirûşma “Şehîd namirin”û”Bijî berxwedaniya karkerên Kurdistanê” heya parka gundê Til Sûsîn ya girêdayî navçeya Ehdas dom kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Zinar Eloş ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha bû: “1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li hemû karkeran pîroz be. Destkeftiyên wan ên civakî û gihandina armancên xwe yên ji holê rakirina serdestiya mîtingeriya kapîtalîst, ji holê rakirina serdestiya ji aliyê mirovan ve, ber bi civakek Demokratîk a azad ve û civakek ku tê de ewlekarî, aştî û aramî serwer be. Erdoxan bi bikaranîna hemû çekên qedexekirî yên navnetewî êrîşê herêmên Başûrê Kurdistanê dike. Desthilatdariya Osmaniyan kiryarên xwe bi hevkariya PDK’ê ya didomîne. Em berxwedanî û serkeftina gerîla pîroz dikin û bi serkeftina wan li dijî îxanet û faşîzma tirk. Bi rihê 1’ê Gulanê em ê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê asta têkoşînê bilindtir bikin, heya ku em digihêjin serkeftinê.”

Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin”û”Bijî berxwedana gerîlayê” bi dawî bû.