Encamnameya konferansa YPJ’ê

YPJ’ê di encamnameya konferansa xwe ya sêyemîn a di roja 30 nîsanê de hat lidarxistin de şerê li Sûriyeyê deh sal in didome û êrîşên dewleta tirk a dagirker nirxandin û diyar kirin ku ew hêza xwe ji şehîdan digrin.

Hesekê - Duh 3’emîn konferansa Hêzên Yekîniya Parastina Jin (YPJ) ê bi beşdariya 400 delegeyan hat lidaerxistin. Encamnameya konferansê bi daxuyaniyê hat ragihandin. Encamname ji aliyê endama Fermandariya Giştî ya QSD ê Newroz Ehmed ve hat xwendin.

Encamnameya ji aliyê Fermandar Newroz Ehmed ev hatî xwendin wiha ye: "Me 3. Konferansa xwe ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ bi beşdarbûna 400 delegeyan di dîroka navbera 30 Nîsan û 1 Gulanê de li dar xist. Di serî de em 1 Gulanê cejna karkerên cîhanê li jinên karker li hemû karker û têkoşerên azadiyê pîroz dikin. Her wiha em cejna alema îslamê ya Remezanê li tevahî gelê xwe pîroz û bimbarek dikin. Careke din em vê konferansa xwe li tevahî şehîdên şoreşê û li Rêber Apo ku azadiya jinan xist navenda tekoşîna xwe pîroz dikin û soza misogerkirina azadî û serkeftinê didin. Wek şopdarên jinên kedkar ên cîhanê ku di oxira azadiyê de bedelên giranbuha dane, îro em şerê azadiyê û parastina axê didin meşandin. Bi vê wesîleyê konferansa me bi dirûşma; “YPJ hêza misogeriya azadiya jinan, parastina axê û têkbirina dagirkeriyê” kar û xebatên xwe yên 3 salan bi awayek berfireh û dagirtî nirxand.”

“Deh salên tejî berxwedan”

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Wek YPJ me 10 salên şer, tekoşîn û berxwedanê li pey xwe hişt. YPJ ku îlhama xwe ji mîrateya giranbiha ya gerîlayên jin digre, îro li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê bûye hêza parastina hemû jinan. Di oxira parastina welat û axê de bi sedan destanên lehengiyê hatin nivîsandin. Bi sedan jinên ciwan ên enternasyonal ku îlhama xwe ji şoreşa Rojava girtin beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Bi vê giranî û berpirsyariyê me konferansa xwe ya 3. li dar xist. Her çendî ji ber şert û mercên heyî konferansa me derengî hat lidarxistin û di roja îro de jî tehdît û êrîşên giran hene jî ji bo em karibin van êrîşan vala derxin û xwe jê re amade bikin ev konferans xwedî girîngiyeke dîrokî bû. Di konferansa me de der barê rewşa siyasî, rêxistinî û pratîkî de nirxandin û perspektîfên girîng derketin holê.”

“Em li navanda şerê cîhanê yê sêyemîn in”

Di encamnameyê de têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakûr û rojhilatê Sûriyeyê ev tişt hatin ziman: "Rojane êrîşên di çarçoveya îmha û înkarkirinê li dijî tevahî jinan û gelên bakur-rojhilatê Sûrî bi pêş dikevin. Hevalên me yên giranbiha tevlê karwanên şehîdan dibin û gelê me rastê hovîtiyeke mezin tê. Îro em di navenda şerê cîhanê yê sêyemîn de cihê xwe digrin û wek hêzeke diyarker rol dilîzin. Ji bo em karibin herêma xwe ji dagirkeriyê biparêzin û statûya rêveberiya xweser a bakur-rojhilatê Sûriyeyê li seranserî cîhanê bê naskirin her wiha yekbûneke xurt bi tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re ava bikin pêdiviya me bi xweparastinê heye. Parastina li dijî pergala modernîteya kapîtalîst û hêzên dagirker jî ancax bi stratejiya şerê gelê şoreşgerî pêkan e. Li hemberî me dijminekî ku hewl dide me bixe nava pençên xwe yên qirkirinê heye. Ji bo wê ancax em jî bi feraseteke rast a parastinê dikarin bersiva êrîşan bidin.

Bi vê giranî û berpirsyariyê di konferansa me de gelek analîz û perspektîfên xurt derketin holê. Me aliyên xwe yên nebes tesbît kirin û ji bo derbaskirina van nebesiyan perspektîfeke xurt derkete holê. Di çarçoveya pêngava jinûveavakirinê de me pergala YPJ’ê di ber çavan re derbas kir û di bingeha şerê gelê şoreşgerî de amadekirina hêzê û pê re jî amadekirina civakê û tevahî jinan xist navenda nîqaş û nirxandinên xwe. Weke artêşeke jin a profesyonel di çarçoveya biryara me ya jinûveavakirinê de, li hemberî teknolojiya dijmin a pêşketî xwe parastin her wiha li hemberî polîtîkayên qirêj ên şerê taybet bi rengekî herî baş xwebirêxistinkirin wê bibe bingeha serkeftinê. Li gor vê bi şêwazê tîmên bi tevger ên profesyonel xwe bi rêxistin kirin, wê azadiya tevahî jinan û parastina axê teqez bike.”

“Şehîdên me riya têkoşîn û serkeftinê nîşanî me didin”

Encamnameyê wiha dom kir: “Heta roja îro jî êrîş û planên dagirkeriyê li ser herêma me berdewam dikin. Li Efrîn, Serêkaniyê û li Til-Ebyadê Rojane bi dehan êrîş û konseptên nijadperestiyê pêk tên. Hêzên dagirker dest dirêjî mêjî û bedena jinan dikin, xaka me talan dikin û gelê me di komkujiyan re derbas dikin. Her wiha bi gelek rêbazên cuda êrîşên xwe yên hewayî li ser xaka me, li ser çeperên şervanên me didin meşandin. Lê careke din em hêza xwe ji şehîdên xwe digrin. Şehîdên me riya tekoşîn û zaferê nîşanî me didin. Ji bo wê çiqas êrîş bikin jî, em ê zêdetir xurt bibin û bi her awayî hewldanên dagirkeriyê têk bibin. Her şervanek YPJ’ê di roja îro de di xeta fermandariya şehîd Sosin de, fedaîbûna şehîd awaz û bi fedekariya şehîd Dilar, Ronahî û Kobanî de bi wêrekiyeke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê tekoşîna azadiyê didin meşandin.

Ji bo em karibin teknîk û taktîkên dijmin vala derbixin, xakên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û azadiya jinê misoger bikin; konferansa me ev mijar tevahî bi israr û biryardariyeke xurt xist bin biryaran. Li ser vê bingehê em careke din konferansa xwe ya YPJ’ê ku bi slogana; “YPJ hêza misogeriya azadiya jinê, parastinê axê û têkbirina dagirkeriyê ye” li şehîdên şoreşê, li dayikên şehîdan û li tevahî jin û gelên welatparêz û têkoşer pîroz dikin û em soza azadî û serkeftinê didin hemû jinan û mirovahiyê.”

Konferans bi dirûşma "Bijî berxwedan" bi dawî bû.