Li Şehbayê pêngava xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan didome

Li Şehbayê pêngava xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin bi beşdariya sedan kesî berdevam dike.

Şehba- Di bin diruşmeya "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurdî re çareserî" hemleyên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserî cîhanê didome. Li Şehbayê jî îro pêngava xwendina parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û analîzên wî ji bo çareseriya pirsgirêkên cîhanê hate xwendin. Pêngav îro bi serpereştiya Meclisa kantona Efrîn-Şehbayê bi beşdarbûna 400-500 endamên ji partiyên siyasî, sazî, meclis, tevger û komînan hate li dar xistin. Pêngav li parka 4'ê Avrêlê ya navçeya Ehdas a Şehbayê hate li dar xistin.

‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêk û şerê cîhanê tevahî ye’

Axaftina vekirina ji aliyê Hevserokê Meclisa kantona Efrîn-Şehbayê Bekir Elo ve hate kirin. Bekir Elo di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya li darxistina çalakiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Em pêngav û çalakiyên xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li dar dixin, di heman demê de armanca me çanda xwendinê bi rêya van pêngavan di nava civakê de belav bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya pirsgirêk û şerê cîhanê tevahî ye. Tirsa hêzên desthiladar ji fikir û ramanên azad ên Rêber Apo heye loma tecrîd li ser wî di zindana Îmraliyê de zêdetir dikin. Em ê bi rêya çalakiyên xwe dengê xwe ji cîhanê re raghînin û banga fîzîkî azadiya Rêber Apo bikin."

Paşê ji aliyê beşdarvanan ve dest bi xwendina pirtûkan hate kirin.