Li Şehbayê kiryarên dewleta Tirk ên li Efrînê hat şermezarkirin

Desteya Jin a Efrîn-Şehba li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yên li herêmên dagirkirî daxuyanî da.

Şehba- Li wargeha Serdem a navçeya Ehdas Şehbayê li dijî kiryarên dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wî yên li Efrîna dagirkirî û bûyera herî dawî ku ji aliyê çeteyek ve destdirêjî li zarokek keç hatibû kirin li gundê Kibêşîn a navçeya Şêrewa Desteya Jin a Efrîn-Şehba daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hemû jinên sazî û dezgehên li herêmê beşdar bûn. 

Daxuyaniya ku ji aliyê endama Meclisa kantona Efrîn-Şehba Şîlan Şêxo ve hate xwendin wiha ye:

“Weke tê zanȋn ku herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin hemȋ binpêkirin ȗ destdirêjî di wan herêman de tê meşandin. Bi zanabȗn ev kiryarên qirêj tên kirin ȗ sȗcdaran bê hesab berdidin, ji ber vê jȋ rojane ȗ bi berdewamȋ sȗcên dijmirovȋ di herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin tên kirin. Herȋ dawȋ jȋ destdirêjȋ li ser jinan pêk tên û piştre jȋ dixin zindanan ȗ çarenȗsa wan ne diyar in.

Mȋnaka van sȗcan dȗrȋ exlaqê mirovahiyê ye, beriya du rojan destdirêjȋ li ser zarokek keç ji aliyê çeteyekȋ ve hat kirin bêyȋ ku hesab jê bê xwestin hat berdan. Ev jî bȗye sedem ku herêm kirine herêmên ne ewle û jiyana mirovan ȗ bi taybet jinan di metirsiyê re derbas dibe. Ji ber ev herêm bi zihniyeta mêrperest ȗ eşȋrtȋ tên meşandin lewma qetilkirina jinan ji xwe re helal dibȋnin.

Li heremên dagirkirî binpêkirinên li dijî jinan zêde dibe

Di van herêman de jin ȗ zarokên keç bûne qurbaniyên van zihniyet ȗ kevneşopên paşvero ȗ mêrperest. Bin navê namȗsê weke sȗcdar jinan qetil dikin. Ruxmȋ ku em di sedsala 21’an de jiyan dikin lê binpêkirin ȗ kiryarên dijmirovȋ li dijȋ jinan, zarokan bi hemû awayan tên meşandin. Em veke jin ên di hemû sazȋ ȗ tevgerên jinan de van kiryaran bi giştȋ şermezar dikin ȗ sȗcên li dijȋ zarokên keç ȗ jinan red dikin. Em bangawaziya civaka navneteweyî ȗ rêxistinên mafê mirovan dikin ku mudexele bikin ȗ van kiryaran demildest bisekinȋnin."