Li Şehbayê gel li dijî tecrîdê meşiya

Însiyatîfa Gel a Efrîn-Şehba li dijî tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li Şehbayê li dar xist.

Şehba – Bi dirûşmeya "Azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurdî re" Însiyatîfa Gel Efrîn-Şehba meşek li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar xist.

Meş ji çarxerêya gundê Kefar Garis heya pêşiya navenda Şaredariya Gel li gundê Til Sûsin ên navçeya Ehdasa Şehbayê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye", "Azadiya Rêber Apo misogeriya avakirina Netewa Demokratîk e" hatin hildan.

Meş li pêşiya navenda Şaredariya Gel rawestiya û piştî yek deqe rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê rêvebera Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Xedîca Ibo ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi navê malbatên şehîdan û tevahî gelan em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Em soza misogeriya azadiya Rêber Apo didin pakrewanên xwe ji ber ew xwestekê wan bû. Fikirê Rêber Apo rê li azadiyê vedike. 25 sal in Rêber Apo di girtîgehê dewleta Tirk a dagirker de li ber xwe dide. Li dijì berxwedana Rêber Apo, dewleta Tirk cezayên disiplînê û tecrîdê li ser wî ferz dikin û nahêlin malbat an parêzer bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin. Em ê heya dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin."

Meş bi diruşmeya "Berxwedanî ji bo azadiya Rêber Apo" dawî bû.