Li Îsraîlê li dijî 'reforma' darazê bi deh hezaran kes daketin qadan

Rêziknameya dadwerî ya nakok li Îsraîliyan rakir ser lingan. Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ku li dijî rêziknameyê derket, ji wezîfeyê hat girtin, bi deh hezaran Îsraîlî daketin kolanan, zanîngeh ketin grevê.

Navenda Nûçeyan - Xwepêşandan li dijî rêziknameya dadwerî ya nakokbar a serokwezîr Benjamin Netanyahu, ku tê de betalkirina biryarên Dadgeha Bilind û danîna dadwerên bilind bi erêkirina partiyên hikûmetê cih digre, berdewam dikin. Xwepêşandanên ku ev 12 hefte ne li welêt berdewam dikin duh şev veguherî serhildanê.

Wezîrê Parastinê ji wezîfeyê hat girtin

Li gorî nûçeya di Dîwarê Rojnameyê de Serokwezîr Benjamin Netanyahu Wezîrê Parastinê Yoav Gallant ku rexne li 'reforma dadweriyê' girtibû ji kar dûrxist. Ofîsa çapemeniyê ya hikûmetê bi daxuyaniyekê ragihand ku Netanyahu Gallant ji kar dûr xistiye. Der barê ku li şûna wî hatiye tayînkirin de agahiyên din nehatine parvekirin. Her wiha ragihand, ew proje yasaya ku dê hikûmet bikaribe di hilbijartina dadwerên dadgeha bilind de li ser pêkanîna komîtê bibe xwedî gotin, dê sibe bo yekem dengdana parlamentoyê bê kirin.

Bi deh hezaran Îsraîlî daketin kolanan

Piştî ku Gallant ji kar hat dûrxistin, bi deh hezaran Îsraîlî daketin kolanan. Xwepêşanderan barîkatên li ber mala Netanyahu ya li Orşelîmê hilweşandin. Rêyên otobana li Tel-Avîvê jî ji trafîkê re hatin girtin. Xwepêşanderan li wî welatî bi nasnavê xwe yê serokwezîr Netanyahu digotin "Bibi îstifa bike!" dirûşim berz kirin.

Li zanîngehan greva bê dem

Zanîngehên Îsraîlê jî li dijî rêziknameya edlî biryara grevê ya bê dem dan. Rektor û rêveberiyên zanîngehan di daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî de ragihandin ku ji bo protestokirina rêziknameya dadwerî ya hikûmetê, ji îro pê ve hemû qurs û lêkolînên zanistî hatine rawestandin, greva bê dem û bê dorveger ragihandine. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Weke rektor û rêvebirên zanîngehên Îsraîlê, li hember pêvajoya qanûnî ya berdewam ku bingehên demokrasiya Îsraîlê xera dike û domdariya wê dixe xetereyê, em ê perwerdehiyê li hemû zanîngehên lêkolînê yên Îsraîlê bidin sekinandin. Em bang li serokwezîr û endamên koalîsyonê dikin ku demildest pêşnûme rawestînin.” Tê payîn ku sendîka jî biryareke bi vî rengî bidin.

Piştî ku Wezîrê Parastinê ji wezîfeyê hat girtin, Serkonsolosê Îsraîlê yê li New Yorkê Asaf Zamir îstifa kir. Zamîr, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got "ez îstifa dikim".