Li Îskoçyayê mirina bi komî ya balînayan

Li peravên Greva Sanday a Îskoçyayê 77 balînayên pilot ên mirî hatin dîtin. Mirina bi komî ya balînayan li Îskoçyayê ji sala 1975’an ve heta niha bûyera yekem e ku di carekê de mirina herî zêde hat dîtine.

Navenda Nûçeyan- Li gravên Taxim a bakurê Îskoçyayê li plaja Tresness a li greva Sanday 77 balînayên pilot li peravê ketin. Tîmên Rizgariya jiyanê ya Derya û Binavgerên Brîtanyayê (BDMLR) di bûyera ku mudaxele kirin de ragihandin ku 65 balîna mirine.

Hat diyarkirin ku piranî balînayên mirine yên pîlot in. Masiyên ku demek dirêj nehatin rizgarkirin û ketin ser axê û careke din melavînikrina wan ne gengaz e. Hat îfadekirin ku dema hat zanîn 12 balînayên sax mane nayên rizgarkirin, ji bo zêdetir êşê nekşînin wan tevizandine. Hat diyarkirin ku di zikê balînayan de balînayên nû ji dayikbûyî bejna wan 7 metre hene.

Mirina bi komî ya balînayan ji sala 1975’an ve yek ji bûyera ku di carekê de hejmarek zêde ya mirina komî ya balînayan e. Sala borî 55 balînayên ku avêtin peravê grava Lewîsê mirin, di sala 2011’an de li Sutherland di du bûyerên cuda de di yekê de  60 di ya din de jî 70 balîna miribûn.