Li Îraqê nimûneya jiyana azad û xweser: Şengal

Şengala ku hilweşiya bû, hêvî û armanca wê ji ariya bermahiya agirekî zêdetir nemabû bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe ava kir.

MEDYA HAWAR

Şengal – Şengal cihê pêkve jiyana gelan, parestvana koka dîrokê, di sala 2014’an de rastî wehişiyet û hovîtiyekê hat ku dîrok tucarî xiyanetkarên ku Şengal teslîmî wê hovîtiyê kirin jibîr nake. Şengal dibin parastina artêşa Îraq û PDK’ê de bû. Ew ji ber DAIŞ’ê nereviyan, em wisa bêjin wê şaş be. Îraq û PDK’ê şengal firotin çeteyên DAIŞ’ê hemû çek û sîlahê civakê ji wan girtin û beriya êrîş kirina çeteyan bi çend setekê fermandarên wan hemû gihan hewlêr û Bexdayê. Êzidiyan fermanek jiyan kirin, her kesî got Êzidî tune bûn. Lê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civaka Êzidî xwe ava kir, birêxistin û bihêz kir. Şengal ji hemû aliyên xwe ve îroj nimûneya. Hêza Şengaliyan di dilê dijmin de weke xencerekê ye.

Weke herêm Şengal bi bilindahiya herêma xwe ya çiyayî yê hezar û 463 metroyî, xwedî grîngiyeke stratejîk e. Ji ber ku Iraq, Sûrî û Başûrê Kurdistanê bi hevdu ve girê dide, ev jî dihêle ku girîngiya vê qadê ya stratejîk bêhtir be. Li vê qadê gelên Kurd, Ereb û Aşûrî bi hevdûre jiyan dikirin, her wiha weke baweriyên olî jî Êzidî, Sunne, Şîa, Kakayî, Şebek û Xiristiyan jî li vê herêmê bi awayekî zêde hebûn.

Erdnigariya Şengalê û netewên wê

Cografiya herêma Şengalê bi giştî 2 hezar û 928 km çar goşeye.

Çiyayê Şengalê bi xwe hezar û 463 metre bilind e û 100 km dirêj e.

Şengal herêmek çiyayiye ku di nava deşta Nînova de cih digre. 125,5 km di navbera Şengal û parêzgeha Mûsilê de heye. 

Beriya Fermana 74’an nifusa Şengalê û pêkhateyên din yên ku lê jiyan dikirin nêzî milyonek kes bû.

Li ser erdnigariya Şengalê Êzidiyên ku lê jiyan dikirin navbera 450-600 hezar kes bûn. 

Erebên Sunnî yên li  Şengalê jiyan dikin 50-100 hezar kes bûn.

Erebên Şîîa 200 hezar kes bûn.

Pêkhateya Xirîstiyan a li Şengalê dijiya nêzî  20 malbat bûn.

Kurdên xatûnî jî nêzî 100 malbat hebûn.

Plana tunekirina Êzidiyan

Di 1'ê Hezîrana sala 2014'an de li Emman a paytexta Urdunê, DYE, Erebîstana Suûdî, Tirkiye, Îsraîl, PDK û hin komên selefî ku DAIŞ jî di nav wan de bû, ji bo dîzayna nû ya herêmê civîneke krîtîk li dar xistin. Piştî vê civîna ku naveroka wê çibû kes nizane, di demeke kurt de DAIŞ bi nav û dengek mezin derkete holê. ev koma çete, li Îraqê bi herêmên ku nîqaş li ser wan heye destpêkiribû û heta Şamê erdnîgariyek dabû ber xwe.

Şengal hat firotin

Mixabin weke civak û gelê Şengalê bi giştî tucarî ne xwedî tedbîr bûn ji bo xwe parastinê. Pişta xwe dabûn 18 hezar hêzê li heremê hebûn. Ne dizanîn ku planên mezin li ser wan tê kirin, ne dizanîn ku Şengal hedef e, dizanîn ku parastvanên wê hene. Parastvanên Şengalê xayinên herî mezin bûn. Şengal firotibûn û di sibeha 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî hovane girtin ser Şengalê. Di wê êrîşê de kuştin, tecawiz, revandin, şewitandin û firotin bi miletê Êzidî kirin. Her cûre hovîtiya ku bê bîra mirov li ser civaka Êzidî pêk anîn.

Encamên Fermana 3'ê Tebaxa sala 2014'an

*400 hezar mirov ji cîh û warên xwe bûn

*6 hezar û 417 kes ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin. Piraniya van kesan jinên ciwan û zarok in.

*Ji van 6 hezar û 417 kesên hatin revandin heta niha 3 hezar û 562 kes hatin rizgarkirin. Ji vana hezar û 207 kes jin in, 2 hezar û 16 kes jinên ciwan û 339 kes jî zilam in. Ev kes bi giştî bi alîkariya YPG’ê YPJ’ê QSD’ê û YBŞ’ê ve hatine rizgarkirin. Kêm ji wan bi derfetên xwe rizgar  bûne.

*Aqûbeta 2 hezar û 693 hezar kesî heta niha jî nayê zanîn.

*Hezar û 500 kes ji ber ku li dijî DAIŞ'ê berxwedane li cihê xwe hatine kuştin.

*100 hezar kes koçî derveyî welat kirine.

*80 hezar kes heta niha jî li Başûrê Kurdistan di kampan de jiyan dikin.

*Heta niha 92 gorên komî hatine peyda kirin, guman heye ku ev gorên komî hê jî hebin. Ji xeyrî gorên komî hinek gorên yek kes û hinek jî du kes hatine dîtin.

*Termê 1200 kesî ji nav gorên komî hatine derxistin.

Li Şengalê vejîna rojê: 13’ê Mijdara 2015’an

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşdîtinê xwe de behsa ihtîmala êrîşên li ser Şengalê kiribû. Bi taybetî dema ku çeteyên DAIŞ'ê Mûsilê bi dest xistin, Abdullah Ocalan diyar kir da ku yekîneyên gerîllayên HPG û YJA-Starê teqez divê xwe bigihînin Şengalê. YPG’ê û YPJ’ê di nava şerê li hemberî çeteyan de bûn di herêmê de, lê bi hewara Şengalê ve hatin û ji gel derbasî Rojava dikirin. Hêzên gerîla jî ji korîdorê gelên ku dixwastin ji qadê derkevin derbasî Rojava dikirin, nêzî 20 hezar mirovên ku mabûn jî li çiya bicîh kirin, ew parastin û derfetên jiyan û ewlekariya wan pêk anîn. Hêzên HPG û YJA-STAR û YBŞ (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) û  YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) yên piştî fermanê xwe bihêz û rêxistin kirin bi hevre bost bi bost li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê şer kirin û rizgar kirin. Ji bo rizgar kirina axa qedîm warê pîroz bi sedan berxwedêr jiyana xwe ji dest dan. Di encama şer û berxwedaniyê de di 13'ê Mijdara sala 2015'an navenda bajarê Şengal’ê bi giştî ji destê çeteyan hat paqijkirin. Bi demê re di sala 2016’an de gûndê Medîbanê, di sala 2017’an de bi Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî gûndên li aliyê başûrê Şengalê hatin rizgarkirin.

Tolhildana Fermanê: Damezrandina TAJÊ û birêxistinbûna jinên Êzidî

Jinên Êzidî yên piştî Fermana 74’an weke tolhildanekê li ser bingehê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe birêxistin kirin di 20’ê Îlona 2016’an de tevgera xwe ya bi navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) damezrandin. Li her navçe û gundekî Şengalê meclisa xwe ya jin ava kirin. Meclis cihên civakî ne ku jin dikarin li wan dera perwerde, rêxistinbûyîn, çalakî û xebatên xwe yên siyasî û civakî li dar bixin. Jinên Êzidî li van cihan di her milî de xwe birêxistin dikin û di milê hişmendiya îdeoljîk û siyasî de li hemberî regezperestiya civakî bi hêz têkoşîna xwe dimeşînin. Çandeke civaka xwezayî di veguhestina Êzdîtiyê ji bo roja me ya îro de, rola jinê diyarker e. Ger ku çanda qedîm û xwzayîbûna civakê li ser vê axê dewam dike bisaya keda jine. Herî baş ku karibe baweriya Êzdatiyê, çand û exlaqa wê temsîl bike dayikên Êzidî ne. Ked, hewildan û israra jina Êzidî di parastina bawerî û çandê de berbiçav e. TAJÊ jî bi van mîrasan di înşaya civakî de rol û misyon girtiye ser xwe. TAJÊ xwe li ser paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jin birêxistin dike.

TAJÊ ne tenê ji bo civaka Êzidî pêşengtiyê dike, ji bo her netew, ol û baweriyekê ku li Şengalê heye pêşengiyê dike. Em dikarin bêjin ku di asta Îraq de nûmûneyeke ku nehatiye dûbare kirin. Jina Êzidî piştî fermanê serî rakir û esaleta jina Êzidî di sazîbûna xwe de derxist pêş.

Netewa demokratîk cewherê vê civakê ye

Civaka Êzidî di 14’ê meha Çile ya 2015’an de Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengahê ragihand. Beriya vegera ser axê civaka Êzidî bi hejmareke kêm dest bi avakirina Rêveberiya xwe kirin. Ew hêz û vîn ferman vala derdixist. Civaka Êzidî di ava kirina xwe ya di milê birdozî de gavên destpêkê avêtin. Di bin çadiran de ku piştî her baranekê hildiweşiya, bawerî û îrada xwe ava kirin. Hişmendiya parastinê ku ji bîra civakê çûbû jinûve hat ava kirin. Civaka Êzidî îro bi pergala netewa demokratîk di Îraqê de nimûneyeke ku hikumeta Îraq û hemû dunya nikare li hemberî wê bisekine. Di civaka Êzidî de her dem cewhereke civakî ya bi hêz hebûye. Pêvajoya Xweseriya Demokratîk vê cewherê ji nû ve bi hişmendiya, siyasetê û bi pergalbûnê re kire yek. Bi hêzkirina vê cewherê gihand bingeheke saxlem. 

Rûyê rast ê DAIŞ’ê: Dewleta Tirk

Bê gûman xweserî, azadî û aramiya Şengalê weke xencerekê ye di dilê hêz û kesên ku dijminahiya gelan dikin de. Dagirkeriya dewleta Tirk ji sala 2017’an ve bi desteka PDK’ê li ser Şengal û derdora wê êrîşên hewaî pêk anî û tîne. Mixabin bi sedan ciwan û pêşengê civaka Êzidî di van êrîşan de bûn hedef û şehîd bûn.

‘Heya serkeftinê berxwedan!’

Helwesta civaka Êzidî jî ewe ku dibêjin; “DAIŞ’ hat û fermanek anî serê me, lê em qir nebûn. 74 ferman em qir nekirin, wê êrîş û tirsonek û dijminan jî me qir neke. Em xwediyê vê axa esîl in, xwediyê fikra netewa demokratîk û pêkve jiyanê ne. Emê berxwedaniya xwe ta serkeftinê bidomînin.”