Li Îraqê 40 endezyarên jin hatin xelat kirin

Di festîvala ku ji bo pîrokzkirina endezyarên jin ên afrîner li Bexdayê hat lidarxistin de, 40 endezyarên jin ji bo destkeftiyên wan di warên cûda yên jiyanî de hatin xelat kirin.

XUFRAN EL-RADÎ

Bexda – Di festîvala 13'ê Adarê bi serperiştiya rêxistina tîma jinan (El-Îraqiye Huna) ji bo pîrozkirina endezyarên jin ên afrîner li paytexta Îraqê Bexdayê hat lidarxistin de, 40 endezyarên jin ên ji hemû parêzgehên Îraqê ji bo destkeftiyên wan di warên cûda yên jiyanî de hatin xelat kirin.

"Mebesta festîvalê ew e ku afirîneriya jinan di warê zanistî de nîşan bide"

Seroka El-Îraqîye Huna Şeyma Behzad got ku xelatkirina jinên afrîner nîşana hêza jinan e û wiha domand: "Mebesta vê festîvalê ew e ku di warê zanistî ya girîng ya endezyariyê de rûyê ronî yê jinan û afirîneriya wan nîşan bide. Armanca me ew e ku em jinên afirîner di nav civakê de bi cih bikin û di navbera jinên parêzgehên cuda de têkiliyek bi hev re çêkin. Afirîneriya jinên Îraqî ku tenê bi yek taybetmendiyê ve sînordar naba, di aliyê zanistî û hunerî de jî afrîner in."

"Piştgiriya zanîngehê ji bo xwendekarên jin ên afirîner hebûna jinan xurt dike"

Di nav endezyarên ku di festîvalê de hatin xelatkirin Nexem El-Fincan ku li Zanîngeha Teknolojî û Ragihandinê de alîkara dekan e, yek ji jinên pêşeng di Wezareta Xwendina Bilind de tê hesibandin û yek ji endezyarên bibandor e diyar kir ku piştgiriya zanîngehê ji bo xwendekarên jin ên afirîner hebûna jinan xurt dike û wan di civakê de bi bandortir dike û wiha pê de çû: "Civînên jinan kêrhatî û girîng in, bi taybetî ji bo jinên xwedî eynî beşê zanîngehê dixwînin, ji bo parvekirina agahî û feydeyên zanistî, ji bilî xurtkirina têkiliyên jinan di warên cuda de."

"Jin dikarin ji yekê zêdetir beşam de cîh bigirin û afirîneriyê bikin"

Endezyar Merwa El-Meşalî da zanîn ku xelatkirina wê xelatkirina hemû jin û endezyarên afirîner ye û wiha lê zêde kir: "Endezyarî wêrektiyê dixwaze. Min karîbû rastbûna warê endezyariyê bi beşa xwe ya din, ku psîkolojî ye, bigihînim hev û bi encamek serketî derketim, û ev yek îsbat dike ku jin di zêdetir ji yek warî û beşî de karîn afirînerê bikin û jinên Îraqî bi vê yekê serbilindin."

"Jinên Îraqê di rewşên dijwar de hebûna xwe îsbat kirin"

Çalakvana Femînîst Teyba El-Qeysî anî ziman ku jin bingeha civakê ye û wiha berdewam kir: "Jinên Îraqê di rewşên dijwar re derbas bûne û gelek êş kişandine, lewra dema ku rûbirûyê van hemû astengan bibin û hebûna xwe îsbat bikin, biserkevin û bibin xwedî bandor, hêjayî xelatkirinê ne. Jina kedkar ji bo başkirina rewşa aborî ya malbata xwe roleke bi hêz dilîze û kedeke mezin dide. Ez berdewamiya hewlên xwe ji bo baştirkirina rewşa jinan û bihêzkirina wan û derxistina yasaya tundiya nav malbatê ji bo parastina jin û zarokan piştrast dikim."