Li Îranê xwendevanên zanîngehê xwendinê boykot kirin

Hejmarek zêde ji xwendekarên zanîngeha Tahranê ya zanîngeha Îlma Tebatebayî, zanîngeha Ehwaz, zanîngeha Bûelî Hemedan, zanîngeha Sehend, zanîngeha Teknolojiya Şerîf û zanîngeha zanîsta bijîjkan a Îranê baykota xwendinê kirin.

Navenda Nûçeyan- Hejmarek zêde ya xwendekarên zanîngeha Tahran, Çemran, Ehwaz, Bûelî Hemadan, zanîngeha Sehend, zanîngeha teknolojiya Şeref û zanîngeha zanista bijîjkan a Îranê û Zehra, zanîngeha Xûce Nesîr, zanîngeha huner, Xûrazmî û gelek zanîngehên din baykota xwendinê kirin.

Di nava çend rojên borî de nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin, xwendekarên zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê jî boykota xwendinê kirin. Ew xwendekar daxwaz ji xwendekar û mamostayên din ên zanîngehê dikin ku der barê bûyerên vê dawiyê de xwedî helwest bin û beşdarî baykota wan bibin da ku mafên xwe bi dest bixin.