Li Îranê Sûsan Rezaîpoûr a ku xwe parastibû hat darvekirin

Komara Îslamî ya Îranê Sûsan Rezaîpoûr a ku ji ber tundiya lê hatibû kirin, neçar ma mêrê ku pê re zewicî bikuje hat darvekirin. Hat ragihandin ku Soheila Abedî ya ku li dijî tundiyê mafê xwe yê parastinê bi kar aniye jî wê bê darvekirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyên ku rêxistinên mafên mirovan ên Îranê dane, jinek ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye darvekirin û jinek jî dê ji ber heman tiştî were darvekirin. Hat ragihandin ku jina li Girtîgeha Jinan a Kazwînê dihat girtin û hat darvekirin Sûsan Rezaîpoûr a 31 salî bû.
Li dijî darvekirinê bertek hatin nîşandan
Sûsan Rezaîpoûr a ku weke gelek jinan ji bo nemire neçar ma mêrê ku pê re bi zorê zewicîbû bikuje, ji ber kuştina mêre ku 6 sal berê pê re zewicî bû sûcdar hat dîtin û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Rêxistinên mafên mirovan bertek nîşanî darvekirina Sûsan Rezaeîpoûr dan û gotin, “Li dijî şîdetê xwe parast. Ji bo ku xwe biparêze neçar ma bikuje.”
Soheila Abedî jî bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ye
Jina bi navê Soheila Abedî ya 32 salî jî ragihand ku rastî cezayê darvekirinê hatiye. Hat hînbûn ku Soheila Abedî di temenekî biçûk de bi darê zorê hatiye zewicandin û dema ku rastî şîdetê hatiye, xwe parastiye û neçar maye mêre ku pê re zewicî bû bikuje. Hat diyarkirin ku ger razîbûna malbata mexdûr neyê girtin dê di nava mehekê de înfaza cezayê darvekirinê ya Soheila Abedî pêk were.
Werger: JINHA