Li Îranê sê jin hatin girtin

Di serhildanên ku li Îranê berdewam dikin de yek jê rojnamevan, yek lîstikvanê televîzyonê, yek jî hunermenda şanoyê, sê jin hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdîstanê tevî hemû zext û êrîşan berdewam dikin, di van serhildanan de bi dehan kes hatin qetilkirin, gel li ruxmê girtinan jî ji bo daxwazên xwe gavekê şûnde navêjin. Hêzên rejîmê sê jinên din girtin.

Rojnamevanek hat girtin

Rojnameya Sharq Khabar diyar kir ku nûçegihana wan Nasrîn Farkhe roja yekşemê hatiye girtin. Nasrîn Farkle ji malê girtine û di lêgerîna li malê de hêzên rejîmê dest danîn ser telefona wê û kompîtora serçokê ya malbatê, heta niha nayê zanîn ku Nasrin Farkhe bi çi sûcê hatiye girtin û li ku ye.

Ji 51 kesan 21 kes hatin berdan

Li gorî rapora (IFJ) Federasyona Rojnamvanan a navneteweyî, di serhildanên herî dawî de ji 51 rojnamevanên hatin girtin tenê 21 kes hatin berdan. Di heman demê de beriya xwepêşandanên vê dawiyê 4 rojnamevanên ku hatin girtin li girtigehên Îranê bi cezayê girtîgehê radizên.

Divê demildest bikevin tevgerê

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di daxuyaniya ku der barê li Îranê girtina rojnamevanan de da, destnîşan kir ku rojnamevanên di demên dawî de hatine girtin piraniya wan jin in û du ji wan bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne. RSF bang kir ku divê demildest bikevin tevgerê û rojnamevanên girtî werin berdan.

Du jinên lîstikvan hatin girtin

Roja çarşemê lîstikvana televîzyonê Ahdieh Kiani hat revandin, lîstikvana şanoyê Fatemeh Habibî jî hat girtin, heta niha der barê girtina lîstikvan de tu zanyarî nehatine dayîn.

Piştî qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ji aliyê hikumetê ve gelek lîstikvan û hunermendan dîmen û wêne belav kirin piştgirî dan şoreşa serhildanên gel. Gelek lîstikvanên ku piştgirya xwe aşkera kirin, hatin girtin yan jî dadgeha Komara Îslamê ji bo îfadeyê gazî wan kir.