Li Îranê krîza cereyanê: Jiyanê radiwestîne
Li Îranê ji ber ku her dem cereyan tê birîn, ciwan nikarin karê xwe bikin û li ser cihên kar ên biçûk bandorên neyînî çêdike. Ji şewitandina amûrên elekronîk bigre heta şewitîna zarokek biçûk gelek qezayên mezin çêdibin.

SOMA KERÎMÎ
Ciwanro – Di hefteyên dawî de li Ciwanroyê, ji ber pêlên çûnhatina cereyanê, sarinc, televizyon, klima û cîhazên tibî jî di nav de gelek amûrên elektronîk şewitîn. Li hemberî vê rewşê şirketên cereyanê tu tiştek nakin. Ne agahî didin, ne bersiv, ne jî tezmînatê didin. Gel di nava krîzên aborî yên giran de têdikoşe.
Îrana bêhevsengiya di cereyanê de: ji 3.000’î heta 20.000 megavatê
Li Îranê dema ku hilberîna cereyanê û daneyên xerckirinê yên ji sala 2011’an heta 2025’an tên lêkolînkirin, tê dîtin ku cudahiya di navbera hilberîn û serfkirinê de zêde dibe. Di sala 2011’an de 3.000 ferqeke MW hebû, di sala 2016’an de 6.000 MW, di sala 2019’an de 9.000 MW û di sala 2023’yan de bi ferqeke mezin, gihîşt 20.000 MW. Vê rewşê, nîşan dide ku bêhevsengiya cereyanî ji berê ve hebûye û bi demê re zêdetir bûye.
Çavkaniyên hilberîna enerjiye
Li Îranê grafîkên hilberîna enerjiyê ji sedî 53 cereyan, ji sedî 20 gaza xwezayî, ji sedî 7 jî ji çavkaniyên din, nêzî ji sedî 20 ji nukleer, ba û û rebazên din te hilberandin. Vê yekê jî nîşan dide ku ji sedî 70 cereyana li welat girêdayî şewateyên fosîl e. Di mehên zivistanê de zêdebûna serfkirina gazê îhtîmala birandina cereyanê zêdetir dike.
Tevî ku Îran, li cîhanê xwedî rezerva herî mezin a gazê ye jî ji ber kêmaniya razemeniyê û kêmasiyên teknolojîk cereyan tê birandin. Di zivistana sala 2023’yan de rojane serfkirina gazê bûbû 900 milyon metreküp, hilberîn 700 milyon metrekup ma. Vê rewşê ger bidome dê krîz ne tenê cereyanê, temînkirina gazê jî bi awayekî cidî bi bendor bike.
Pirsgirêkên Endustriya Cereyanê ya Îranê
Bazara cereyanê ya Îranê bi salan e, bi pirsgirêkên pergalî re têdikoşe; di encama vê yekê de jî kêmasiya hilberînê, zêdebûna serfkirinê û birandina cereyanê ya her dem dibe sedema van pirsgirêkan:
Santralên kevin û şebekeyên xirabe: Gelek santral bêyî ku werin nûkirin dixebitin û di xetên gihîştinê de her dem windahî û kêmasî hene.
Rawestandina pêşxistina santralê: Avakirina santralên nû sekini, sozên ji bo zêdekirina kapasîteyê hatibûn dayîn nehatin bicihanîn.
Danîna bihayê ku ji rastiyê dûr e: Elektrîk di bin maliyeta xwe de tê firotin; ev yek serfkirinê zêde dike û razemeniyê kêm dike.
Rêvebirina bê aheng: Polîtîkaka bê serûber û kêmasiya koordinasyona di navbera saziyan de, dibe sedem ku birandina cereyanan kronîk bibe.
Zêdebûna serfkirinê: Bajarîbûn, cîhazên elektronîk û senayiya bi serfkirin li ser şebekeye zextê dikin
*Ferzkirin: Teknolojiya nû, ketina ekipmanan bi sînor in, îxracata xizmeta endezyariyê kêm bû.
*Kêmbûna razemeniyê: Bêîstîqrariya aborî û peymanên yekalî, razemeniyên bazara taybet asteng dike.
*Kêmbûna hilberîna hîdroelektrîk: Hişkesaliyê rezervên bendavê ji sedî 42 kêm kir.
Van pirsgirêkên pergalî û kêmasiya razemeniyê, endustriyeke cereyanî ya nediyar ku pêşeroja wê nediyar e û pêdiviyên gel pêk nayne derxist holê. Krîz tenê bi Ciwanroyê bi sînor nîn e, hemû Îranê digre nava xwe, hem jî li welatekî ku di warê enerjiyê de dewlemend e. Bandorên wê ne tenê jiyana rojane, li ser cihên kar jî bandorên mezin çêdike. Jinên li malan dixebitin, mînak ên kevir, tiştên xemlê, terzîtî û kuaforiyê dikin, nîvê dahata xwe ji dest didin; gelek ji wan jinên ku mezinên malbate ne, tu piştgiriyê nagirin.
Hosteya xemlên bi kevir Maryam Kermî dibêje: “Dahata min hema bibêje bû nîvî; birandina cereyanê çend saetan, dema xebatê asteng dike. Divê ez piştgiriyê bidim malbata xwe û ez di rewşeke pir zor de me. Ji ber çûnhatina cereyanê ûtiya min şewitî, nizanim dê tamîr bibe yan na.”
‘Guherîna saetên xebatê û ewlehiya jinan’
Operatora lazerê Parînaz Rahîmî, dibêje ku birandina cereyanê jinan neçar dike ku jin bi şev bixebitin, ev yek jî bi ewle nîn e û rastî darazên civakê tên.
‘Li gundan birandina cereyanê jiyanê radiwestîne’
Afroz Mohammadî ya ku li gund dijî diyar dike ku birandina cereyanê û kêmasiya sînyalê jiyanê zor dike; ji bo dotina ajalan neçar dimîne lembeya destan bi kar bîne. Li herêmê gel hem ji cereyanê hem jî ji têkiliyê bêpar dimîne.
‘Bazara li ser sînor êdî zindî nîn e’
Dikandara li bazara Ciwanroyê Somayeh, dibêje ku birandina cereyanê çar saetan zindîbûna bazarê tune dike û firotinê kêm dike. Ji ber birandina înternetê, dikandarên ku nikarin jenaratorê bikirin zoriyan dikşînin.
‘Di xizmetên tendirustiyê de kêmasî’
Fatemeh, diyar dike ku ji ber birandina cereyanê xizmetên muayene û ultrasyonê sekinîne, bêyî cereyana lezgîn, klînîk nikarin xizmetên biçûk jî bikin.
‘Karên înternetê û perwerde’
Edîor û perwerdekar Mîtra, diyar dike ku di kişandina videoyan de ji ber birandina cereyanê kalîte kêm dibe û nikarin bixebitin û dibêje: “Birandina cereyanê li ser înternetê jî bandorê çêdike; VPN naxebite, têkiliya bi xwendekaran re tê birîn û bawerî namîne.
‘Em ê serî li kê bidin?’
Gelo kî ji van ziraran berpirsyar e? Sûcdar ne gel e, ne jî ji ber mercên hewayê ye. Hemû pirsgirêk ji ber kêmasî, bê planî û bê kontroliya saziya ku divê destekê bide binesaziya bajar çêdibin. Îro li bajar tu nîşaneyeke rêveberiyê tune ye.