Li Îranê jinek hat qetilkirin piştre mala wê hat şewitandin
Li Îranê bi hicetên mîna ‘dema ku nan dipeht, dema ku sobê pêdixist, dema kar dikir ji jor ket erdê’ tên qetilkirin. Agahiyek din a komkujiyê jî ji Hemedanê hat.
Navenda Nûçeyan – Hûrgûliyên komkujiya ku li Malayer a bajarê Hemedan a Rojhilatê Kurdistanê hat jiyîn, li tevahiya welat bi xemgînî hat pêşwazîkirin.
Hat ragihandin ku li Hemedanê mêrekî bi hevjîna xwe re nîqaş kiriye paşê jî hewil daye wê qetil bike, piştî fikiriye ku qetlîam pêk aniye mala xwe şewitand û piştre alîkarî da ku jina bi birîndarî xilas buye rakin nexweşxaneya Dewletê ya Hemedanê.
Hat ragihandin ku piştî mudaxaleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Hamedanê rakirine Nexweşxaneya Tahranê, lê rûxmê hemû hewildanan jî nehatiye rizgarkirin.
Şahidên bûyerê û çavkaniyên ewlekariyê dan xuyakirin ku li mala îhbara şewatê hatiye girtin, komkûjî hatiye jiyîn û ev yek ne şewtekî ji rêzê ye, lewra di encama lêpirsînê de ghişitine wê qenatê ku ev yek şewatekî ku ji bo ser girtina komkujiyê pêk bîne hatiye amadekirin e.