Li Îranê jina ku li kolanê stranan vedigot hate binçavkirin

Li bajarê Amol a girêdayî eyaleta Mazenderanê ya Îranê, jinekî bi hinceta ku li kolanê stranan gotiye, hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Li eyaleta Mazenderanê ya Îranê, Serdozgerê Giştî yê Amolê Hocatollah Hatemî, di daxuyaniya xwe di medyaya Îranê de ragihand ku jinekî bi hinceta ku “li kolanê bivegotina stranan bala raya giştî kişandiye” hate binçavkirin.

Serdozger Hocatollah Hatemî, diyar kir ku der barê jina ku nasnameya wê eşkere nekir de biryara girtinê hatiye dayîn û piştî karûbaran demil dest hatiye binçavkirin. Her wiha da zanîn, têkildarî jinê lêpirsînek dadwerî û “dosya cezaî” destpêkiriye û biryara kontrola dadwerî hatiye dayîn.

Binçavkirina jinê, piştî di medyaya dîjîtal de belavbûna dîmenên jina ku li kolanê stran vedibêje, pêkhat. Der barê nasnameya jinê, cihê tê girtin û sûcên tên darizandin de, tu hûrgilî hatin darvekirin.