Li Îranê jin û nexweşên derûnî di xeterê de ne

Giranbûna krîza aborî û kêmbûna dermanan li Îranê gihîşt asteke xeternak. Li gel bihayên berhemên paqijiyê û tunebûna dermanên derûnî, jin û nexweş neçar in bi tenduristiya xwe ya ku xirab bûye re bijîn.

ZÎLAN ATMANÎ

Urmiye – Li Urmiyeyê, di nava qerebalixa dermanxaneyê de, dengê jineke navsere ya rûyê wê westiyayî bi hêrs derdikeve. Wê jina bi hêrs û bertek wiha dibêje: "Di rojek de min zarok û mala xwe li hişt û niha li derdrora xwe digerim. Wan ez ji Serdeştê şandim Mehabadê, ji Mehabadê şandim Urmiyeyê û niha hûn ji min re dibêjin li şûna li vir bigerim, biçim Tehranê. Ger ez li wir jî nemînim wê çi bibe?"

Gotinên wiha di van demên dawî de li gelek dermanxaneyan, bi taybetî li navçeyan, gelek caran tên bihîstin. Li Îranê, derman û berhemên tenduristiyê roj bi roj kêm dibin. Çareserkirina pirsgirêkên tenduristiyê ji bo jinan her ku diçe girantir dibe.

Bihayên bilind û krîza berhemên paqijiyê yên jinan

Jinên ku berhemên paqijiyê dikirin, beriya marqe, kalîte, yan jî hejmara pêçên paqijiyê yên di pakêtê de bifikirin, bala xwe didin bihayên bilind ên li jorê refikan; tu yek ji van bihayan ji 100,000 Tumenî kêmtir nîn e. Şeyda H. ku li firoşgehek herêmî dixebite, guherînên bihayê pêçên paqijiyê wiha vedibêje: “Bihayê hinek marqeyan ji 40,000 Tumen zêdetir bûye û gihîştiye 165 hezar Tumen.”

Ew rastiya ku hinek marqeyên herêmî berhemên xwe ji nû ve nedane stokê jî ji bo hinek jinan, mîna Sarina S. pirsgirêk e. Sarin S. wiha dibêje: "Ez nêzî du salan, ji bo hesasiyetê pembûyên panbariz bikar tînim. Lê çend meh in ew ji nû ve nehatine stokkirin. Dibêjin ku piştî şer di dabînkirina madeya xam de pirsgirêk hene.”

Xeterên li ser tenduristiya jinan û zêdebûna enfeksiyonan

Hinek berhem, wek pêçên paqijiyê yên rojane êdî di firoşgehan de peyda nabin. Zêdebûna bihayê pêçên paqijiyê bûye sedema zêdebûna bikaranîna pêçên şûştinê û pêçên qumaş ên ji nû ve bikaranînê. Nepabendbûna bi qaîdeyên paqijiyê dikare bibe sedema enfeksiyonên zayendî, pirsgirêkên çerm, şewitandina di dema destavê de û pirsgirêkên din ên tenduristiyê çêdibin.

Zoriyên li pêşiya lênêrîna bedenî û lêçûnên giran ên testan

Her wiha ji ber bihayên zêde û şert û mercên jiyanê yên xerabtir, ji bo jinan lênêrîna tenduristiya bedenî her diçe dijwartir dibe. Jinekolog Nagme Z. rewşê wiha vedibêje: “Zêdebûna lêçûnên xizmetên teşhîsê bûye sedem ku nexweş ji ber lêçûnên zêde li şûna testan bikin, li dermankirinên piralî bigerin. Ultrasyonek hêsan a malzarok û hêkdankan milyonek Tumen e , testa Pap smear bi qasî 3 milyon Tumen e. Nebûna hinek dermanan, wekî dermanên hormonal ên hêsan an dermanên ji bo penceşêra jinan, nexweşan, nemaze yên ku li navçeyan dijîn, ber bi navendên parêzgehan, Tehranê û heta bazarên ne fermî û welatên cîran ve dibe.”

Li gorî wî, hejmara nexweşên ku dermankirina xwe dereng dixin û pêdiviya wan bi emeliyata lezgîn heye jî zêde bûye.

Kêmbûna dermanên psîkiyatrî û encamên wê yên giran

Kaziwe M. ku piştî şokeke giran a hestiyarî dayîka wê bi nexweşiya şîzofreniyê ket, dibêje ku kêmbûna dermanan destpêka pirsgirêkeke kûrtir ji bo malbatê bûye û dibêje: “Dayiîa min hewce ye her roj şeş heban bigre lê ji ber ku derman peyda nabe, dozaja wê kêm bûye û wê dest bi karanîna dermanên xwe bi awayekî ne rêkûpêk kiriye."

Nebûna dermanên psîkiyatrî ji bo kesên bi nexweşiyên derûnî û norolojîk bûye pirsgirêkek mezin. Her çend di gelek dermanên psîkiyatrî de kêmasî hebûn jî alternatîfên ku dikarin li şûna van dermanan werin bikaranîn berê li sûkê hebûn. Niha dermanên alternatîf jî pir kêm in an jî sînorkirî ne.

Sînorên dorpêçan û xetera mezin a li ser jinan

Li Îranê, destpêkirina şer û tundbûna dorpêçan, gihîştina dermankirinê ji bo gelek nexweşan  dijwartir kiriye. Wekî ku rayedaran diyar kirine, ev rewşa xirabtir jinan, ku jixwe di gihîştina tenduristiyê de rastî astengiyên mezintir dihatin, bêhtir bêparastin dike, tên asteke wisa ku dest ji dermankirina xwe berdin an jî qut bikin û bi xeterên tenduristiya wan tehdît dikin re rûbirû bimînin.