Li Îranê jin di bin zext û ferzkirinên yasayê de ne: Divê jin bi hîcab bin!

Li Îranê li seranserê dem û dezgehên hikûmî, li gor yasaya wan, jin neçarin bi hîcab bin.

Navenda Nuçeyan - Di 3’yê Hezîranê de Elî Xan Mehemedî gotarek di derbarê yasaya hîcabê de belav kir û got ku pêwiste yasaya qonaxa yekem a hîcabê ji dezgehên hikûmetê destpê bike û hemû civakê di qonaxên din de bigire dest. Ji destpêkê damezrandina Rejîma Îslamê ya Îranê hertim mafê jinê binpê dike û hewil dide jinan di hemû aliyên jiyanê de bi bin bixe. Niha jî yasayek hatiye derxistin ku divê jin bi hîcab bin.

Elî Xan Mehemedî di derbarê yasaya hîcabê wiha got: “Bi cih anîna qonaxa yekem ya hîcabê ji aliyê wezareta navxweyî ve hate ragihandin ku berpirsê baregeha bi cihkirina bi navê baregeha 12’yê Temûzê gîhand baregeha ferman ya ji bo başkirinê û nehêlana xirabiyê. Qonaxa yekem ya bi cihkirina vê yasayê ji aliyê dam û dezgehê hikûmî ve destpê dike û piştre hemû civak bi xwe digre.

Elî Xan Mehemedî bi bîr xist ku agahiya tevahî kesan ji vê pilanê heye û got: “Piştî ragihandina ji berpirsên seranserî welat û bajar di nav de agahiya hemûyan ji vê pilanê heye. Her wiha taybetmendiya pak û hîcabî ji bo jinan û di vê demê de tu astengî bi cihkirina yasayê nîne. Divê desthilatdarên her cihek yê fermî peywendî bikin û vê biryarê bi cih bînin. Yên ku pêşiya vê biryarê bigire dê rastî cezayê yasayî werê.