Li Îranê ji bo hicaba mecbûrî pêşnûmeya qanûna nû

Hat ragihandin ku proje yasaya nû ya derbarê hicaba mecbûrî de pêşkêşî hikûmeta Îranê hatiye kirin. Di pêşnûmeyê de cezayên weke şewitandina ehliyet û pasaportên jinan hene.

Navenda Nûçeyan – Hikûmet bi armanca tepeserkirina serhildanên gel ên li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê polîtîkayên xwe yên çewisandinê didomîne.

Parlamenterê Îranê Huseyîn Celalî diyar kir ku wan projeya yasaya 'pakbûn û hîcabê' amade kirine û pêşkêşî rêberê olî yê Îranê û aliyên peywendîdar kirine. Huseyîn Celalî diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê di encama gelek hevdîtinên bi Meclîsa Şoreşa Çandî û Meclîsa Ewlekariya Neteweyî re hatiye amadekirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di projeya zagona hîcabê de, ji bo jinên ku li gor ferzkirina hîcabê tevnagerin, hin ceza tên zêdekirin. Cezayên ji 500 hezarî heta 3 mîlyar tumenê, şewitandina ehlîyet û pasaportên jinan jî hene.