Li Îranê ji ber kefaletên zêde tehliye tên astengkirin

Aktivîsta siyasî Îlham Salihî ev zêdeyî 30 rojan e li girtîgeha Qerçekê bê darizandin tê ragirtin.

Navenda Nûçeyan – Li Tahranê hêzên Îstixbaratê li ser mala aktivîsta siyasî Îlham Salihî de girtin û ew binçavkirin, di 15’ê Tebaxê de sewqî girtîgeha Qerçekê kiribûn. Aktivîst ev zêdeyî 30 rojan e dibin çavan de ye û bê darizandin di nava nediyariyê de tê ragirtin.

Ji bo tehliyeya demkî nêzî 2,7 milyar tumen tê xwestên, malbata Îlham Salihî diyar kir ku ew nikarin ewqas pere bidin. Hiqûnasan diyar kirin ku ev kefaletên zêde ji bo astegkirina tehliyeyan hatiye diyarkirin û vê rewşê weke parçeyek a polîtîkayên sîstematîk îfade kirin.