Li Îranê di 3 mehan de 13 hezar jin rastî êrîşa mêran hatin

Li gorî daneyên Rêxistina Tiba Edlî ya Îranê, di navbera 21’ê Adarê û 21’ê Hezîrana 2026’an de, 13 hezar û 347 jin rastî êrîşa fîzîkî ya mêrên pê re zewicandî hatin.

Navenda Nûçeyan – Daneyên Rêxistina Tiba Edlî yên di rapora herî dawî ya ji aliyê Navenda Îstatîstîkê ya Îranê ve hatiye weşandin de cih digirin, aşkera bûn. Li gor daneyan, di navbera 21’ê Adarê û 21’ê Hezîrana 2026’an de derbarê jinên rastî tundiyê hatine de bi giştî 13 hezar û 347 muayene hatiye tomarkirin.

Ev hejmar, li gorî 9 hezar û 813 muayeneyên ku di navbera 22’ê Kanûna 2025’an û 20’ê Adara 2026’an de hatine tomarkirin, zêdebûnek nêzî ji sedî 36 nîşan dide. Lê belê li gorî daneyên heman serdema sala borî, kêmbûnek hat dîtin. Hejmara muayeneyên ku di navbera 21’ê Adarê û 21’ê Hezîrana 2025’an de 14 hezar û 131 bû, di heman serdema 2026’an de nêzî ji sedî 5.5 kêm bû û gihîşt 13 hezar û 347’an.

Di hejmara muayeneyên jinên ku rastî tundiya derûnî ya mêrên pê re zewicandî hatine de jî, guherînek çêbû. Hejmara muayeneyê ku di navbera 22’ê Kanûna 2025’an û 20’ê Adara 2026’an de 19 bû, di navbera 21’ê Adar û 21’ê Hezîrana 2026’an de gihîşt 30’an. Di heman serdema 2025’an de, ev hejmar wekî 39 hate tomarkirin.

Rêjeyên tundiya fizîkî û derûnî

Daneyên salane yên Navenda Îstatîstîkê ya Îranê jî hejmara muayeneyên têkildarî tundiya fîzîkî û derûnî eşkere kir. Li gorî van daneyan, hejmara muayeneyên ku jinan ji ber tundiya fîzîkî di navbera 21’ê Adara 2025’an û 20’ê Adara 2026’an de li Saziya Tiba Edlî kirine, 51 hezar û 982 bû. Ev hejmar di navbera 20’ê Adara 2024’an û 20’ê Adara 2025’an de wekî 60 hezar û 197 hat tomarkirin. Hejmara muayeneyên têkildarî tundiya derûnî ya di heyama 20’ê Adara 2024 û 20’ê Adara 2025’an 85 bû, di heyama 21’ê Adara 2025’an û 20’ê Adara 2026’an de bû 114.

Hejmarên muayeneyan hemû jinên rastî tundiyê hatine nagre nav xwe

Ev hejmar, jimara muayeneyên ku li navendên Saziya Tiba Edlî hatine tomarkirin nîşan dide û hejmara jinên rastî tundiyê hatine, nîşan nade. Dane, hemû aliyên tundiya nav malbatî nagrin nav xwe. Jinên ku ji ber sedemên cûrbecûr nekarîn an jî naxwazin serî li Saziya Tiba Edlî bidin jî di îstatîstîkan de nayên nîşandan.