Li Îranê dayikek û kurê xwe bi guleya polîsan hatin qetilkirin

Li Dalahoyê qetilkirina dayikek 70 salî û kurê wê bi guleya polîsan bû sedema nerazîbûnan.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyariyên Yarsan ku yek ji girûpên baweriya Îranê ye, li bajarê Dalaho ya Rojhilatê Kurdistanê dayikek 70 salî û kurê xwe bi guleya polîs hatin kuştin. Çavkaniyên Yarsan bi weşandina wêneyê ciwanê hatî qetilkirin diyar kirin ku heta niha ti agahiyeke zelal der barê bûyerê de nîne.

Hate hînbûn cenazeyên dayik û kur rakirin Nexweşxaneya Şehîdan.