Li Îranê çar sendîka piştgirî dan boykotê

Çar sendîkayên ku piştgirî dan banga boykot û greva giştî ya xwendevanên Îran û Rojhilat, xwestin rejîma Îranê dawî li polîtîkayên xwe yên êrîş û komkujiyan bîne û banga bê şert û merc berdana xwendekarên girtî kirin.

Navenda Nûçeyan – Îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê boykot û greva giştî ya ku tê plankirin sê rojan bidome, dest pê kir. Sendîkayên ku der barê piştgirî kirina biryara boykotê ya ji aliyê zanîngehan ve hatiye ragihandin daxuyanî dan jî, xwestin demil dest hemû xwendevanên girtî bên berdan. Sendîkayan daxwaza bi dawî bûna zext û zordariyan li ser xwendekaran, bê şert û merc berdana xwendenavên girtî, bê pere û bê şert û merc vegerandina hemû xwendevanên ji dibistanê hatine durxistin, pêkanîn biadilane ya akademîk û derxistina polîsên Îranê yên di dibistanan de kirin.

'Em li gel xwendekaran e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tevî zextên rejîmên Otokratîk û dijî azadiyê jî zanîngeh bûne keleh û hişmediya navendên derketina demokratîk a civakê û qadên têkoşînê. Têkoşîna ciwanan hertim wek alek têkoşînê pêlpêlandin. Em piştgiriyê didin boykotkirina ciwanên aşiqê azadiyên ronik ên li welat ji bo honandina pêşeroja xwe. Em radigihînin ku em li dijî her cure cudakarî, newekhevî û zordariya rejîmê, li gel pêşeroja ronî ya xwendekaran in. Xwendekarên ku di bine qeyrana aborî û civakî ya ku welat tê de ye, li zanîngehan û yûrdan de li dijî hawirdora zext li ber xwe didin damezrînerên sibêroj ne. Em dixwazin beyî ferqa çîn, ziman û ol di şert û mercên perwerdehiya wekhev bê misoger kirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî hat xwestin ku rejîma Îranê dawî li polîtîkayên xwe yên êrîş û qetlîaman bîne.

Konfederasyona çar sendîkayan ji kesên malnîş, karkerên pîşesaziyê, mamosteyan û rêxistinên karkerên çandiniyê pêk tên.