Li Îranê bi kamerayên kolanan kontrola 'Hîcabê' tê zêdekirin

Hat ragihandin ku ji 13'ê Nîsanê û pê ve dê li Îranê kontrolên 'Hîcaba ferzkirî' bên zêdekirin, hat diyarkirin ku wê pêşî jinên ku vê rêziknameyê binpê dikin bên hişyarkirin û ger rewş dubare bibe wê ev kes bên darizandin.

Navenda Nûçeyan - Hişyarî hat dayîn ku ji 13’ê Nîsanê û pê ve li Tehrana paytexta Îranê kontrolên hîcaba ferzkirî  dê bên zêdekirin.

Rêvebirê Polîsê Tehranê Abbasali Muhammedian ragihand ku dê li cihên giştî yên Tehranê kontrolên hîcaba ferzkirî bi tundî werin sepandin.

Li gorî pratîka nû, ji roja Şemiyê pê ve kesên ku rêgeza hîcabê binpê dikin dê bên hişyarkirin û ger rewş dubare bibe dê ev kes bên darizandin. Li gorî daxuyaniya polîsê Tehranê, dê ji bo naskirina jinên ku li kolanan rêziknameyên hîcab û cîl pêknaynîn bi sîstema kameraya bi aqil bikar bîne.

Heman qayde dê ji bo ajokarên jin jî derbasdar be û wesayîtên kesên ku guh nedin hişyariyê û rewşê bidomînin dê bên desteserkirin.