Li Îranê bendav zûha ne: Qeyranê avê kûrtir dibe

Rûxmê ku di salên dawî de gelek bendav hatin avakirin jî, piraniya wan bêyî nirxandinên bandora jîngehê hatine çêkirin û îro piraniya wan bê av mane. Bi vê yekê re jÎ qeyrana avê ya li Îranê kûrtir dibe.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê her çend di salên dawî de çêkirina bendavan mîna çareseriyek ji bo dabînkirina av û elektrîkê tê pêşkêş kirin jî, gelek proje bêyî nirxandinên jîngehê hatine çêkirin û bûne sedema zuwabûna çeman, xirabûna kalîteya avê û wêrankirina ekosîsteman.

Projeyên mîna Bendava Gotvand a li Xuzistanê, nîşan didin ku rêgezên jîngeh û zanistî paşguh dikin û ji ber nêzîkbûna deverên xwê û kevirê kirêcdar dibe sedema qirêjiya avê û heta rijandina petrolê û him gef li jîngehê û him jî tenduristiya gel dixwo.

Medyaya Îranê, ragihand ku rûxmê zêdebûna baranê jî, asta avê ya bendavên ku av didin Tehranê daketiye. Li gorî daneyên fermî tenê ji sedî 34’ê bendavan tijî ne; piraniya wan an vala ne an jî asta avê di asta herî kêm de ye. Pisporan, vê rewşê bi kêmasiyên di rêveberiya avê û gendeliya avahîsaziyê de girêdidin. Divê bendav avê depo bikin û paqij bikin, lê gelek proje vê yekê bicîhnayne.

Di projeyên bendavan ên Îranê de roleka sereke aydê Baregeha Hatemu’l- Enbiya ya girêdayî Muhafizên Şoreşê ye. Rûxmê ku bi saya çavkaniyên berfireh û piştgiriya siyasî projeyên mezin tên meşandin jî, nebûna şefafî û çavdêriyê gelek caran dihêle ku berjewendiyên mîna mafyayê bi bandor dibin. Ev yek qeyrana avê ji pirsgirêkek bi tevahî xwezayî derxist û veguherand qeyranekî rêveberiyê ya cidî ya ji ber gendelî, paşguhkirina jîngehê û rêveberiya xirab tê zêdekirin.

Berçav derbaskirina bilez a polîtîkayên bendavan, nirxandinên serbixwe yên jîngehê û darizandina qanûnî ya binpêkirinên mîna mafyayê, yekane rêya parastina çavkaniyên avê yên Îranê û pêşîgirtina li karesatek mezin a jîngehê ye.