Li Îranê 67 xwendekarên jin bi jehrê ketin

67 xwendekarên jin ên ku li zanîngeha Seyyid Jamaluddin Esadabad a bajarê Hemdanê ya Îranê perwerde dibînin, li yûrda zanîngehê bi jehrê ketin.

Navenda Nûçeyan – Îro ji 175 xwendekarên jin ên ku li zanîngeha Seyyid Jamaluddin Esadabad a bajarê Hemdanê ya Îranê perwerde dibînin, herî kêm 67 xwendevan bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyê. Xwendekar piştî çend saetên li nexweşxanê hatin dermankirin, ji nexweşxaneyê hatin derxistin.

Li gorî agahiyan ji xwendekaran hatine girtin, sobayên gazê yên ji ber hewayên pir sar li yûrdê tên bikaranîn, bû sedema jehrîbûna xwendekaran. Gelek xwendekarên jin ên ku di yurdê de dimînin, ji ber xelet danîna sobeya gazê, bi karbonmonoksîtê jehrî bûn.

Beriya niha jî li dibistanên Farzanjanê yên bajarê Erdebîlê jî ji ber berderketina gazê herî kêm 70 mamoste û xwendekar jiyana xwe ji dest dabûn. Rayedar dibêjin ku ji ber tedbîr nayên girtin ev bûyer dubare dibin.